HENAN MIHEMED / ŞEHBA

Hate gotin ku çete û leşkerên artêşa Tirk a dagirker pêş 8 rojan di nav de yek jin 16 kes revandin û birin cihekî ne diyar. Her wiha hate gotin ku çete nahêlin şêniyên bajaroka Kotana vegerin malên xwe.

NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyek ji kantona Efrînê da zanîn ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê beriya 8 rojan li gundê Qorta yê navçeya Bilbilê di nav de yek jin 16 kes revandin û birin cihekî ne diyar. Çavkanî destnîşan kir ku çete nahêlin xwarin û vexwrin derbasî gund bibe û her tiştî ji welatiyan distînin, di heman demê de welatiyan digirin û êşkence dikin.

Li gorî heman çavkaniyê kesên hatin revandin ev in;  Cemal Ebdo Qoce, Menan Reşo, Mustefa Elî Horo, Yûsif Ebdulqadir Seydo, Mihemed Ebdulmenan Koço, Nûrî Izet Silêman, Eslan Ebdulmenan Koço, Ehmed Reşîd Horo, Behîr Horo Reşo, Menan Horo Reşo, Reşîd Mihemed Ibrahîm, Ibrahîm Mihemed Seydo, Ebdulrehman Mihemed Ibrahîm, Mihemed Horîk Horo, Mihemed Hisên Horo û hevsera xwe Elmasa.

Li aliyekî din hate gotin ku leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rê nade ku şêniyên gundê Kotana navçeya Bilbilê vegerin warê xwe.

(bb)

ANHA