Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi tankan li nuqteyek leşkerên rejîmê yên li gundê Hêmira Mezin ku 15 km dikeve bakur rojavayê Eyn îsa xistin, di encamê de 2 leşkerên rejîmê jiyana xwe ji dest dan û 3 jî birîndar bûn.
Hêzên rejîmê bi obusan bersivê dide. Li gorî agahiyan di bersivdayînê de fermandarekî Tirk li gundê Ebû Xiriza birîndar bûye.
Heta neha her du alî nuqteyên hev topbaran dikin.
ANHA