Nûçegihanên me ji Kobanê diyar kirin ku li gundên rojhilatê bajêr agir bi zeviyên çandiniyê yên genim û ceh û daran ketin. Ji ber ba şewat gihaşt zeviyên di navbera gundên Eyn Bet, Bostek, Qeremûx, Cîşan, Qebecix û Holaqî de.
Nûçegihanan destnîşan kirin ku şewatê heta niha dirêjahiya 7 km û firehiya panbûna zêdeyî kîlometreyekî zevî da ber xwe.
Tîmên agirkujiyê bi hevkariya şêniyan şewatê vedimirînin.
ANHA