HELEB

Şaredariya Gel a Helebê bi armanca peydakirina cihekî ji bo firotinê û birêxistinkirina tevgera çûnûhatinê bazareke gelerî ji firoşkarên taxa Şêxmeqsûd re vekir.

Baraz li beşê rojhilatê taxê hate vekirin. Rûpîvana bazarê wê  900 m2. Tê de dê hemû pêdivî ji (Şênkahî, cil, madeyên xwarin û vexwarin hwd) bêne firotin.

Bi dehan şêniyên taxê beşdarî vekirina bazarê bûn.

Vekirina bazarê bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre Hevseroka Şaredariya Gel a Helebê Valentîna Ebdo axivî û vekirina bazarê li beşdaran pîroz kir.

Valentîna destnîşan kir ku ev bazar jêdereke aborî ji bo firoşkaran e.

Endamê TEV-DEM‘ê yê Helebê Mihdî Bîlal jî axivî û anî ziman ku jiyan li taxa Şêxmeqsûdê vedigere û pêwîstiyên şêniyan zêde dibe. Ev bazar bi armanca rêxistinkirina tevgera çûnûhatinê û peydakirina pêwistiyên welatiyan hate vekirin.

Şirîta vekirina bazar ji aliyê Valentîna Ebdo ve hate birîn. Paşê beşdar li bazarê geriyan.

ANHA