NÛRHAT HESEN

Li herêma Idlibê ya Sûriyê li pişt perdeyê hin bûyer rû didin. Planên dewleta Tirk hene ku komên girêdayî çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra ya berê) ji holê rake, da ku careke din baweriya komên çete yên li herêmên dagirkirî bi xwe bîne. Her wiha hewl dide tu destwerdanên Rûsyayê çênebin.

Erdnîgariyeke mezin ji Idlibê di bin serweriya Heyet Tehrîr El-Şam de ye. Ehrar El-Şam serweriya herêmên teng ên li Sehil El-Xab dike. Her wiha çeteyên Feyleq El-Şam jî serweriya bajarên wekî Erîha, Seraqib û herêmên teng li çiyayê El-Zawiya dike, lê Heyet Tehrîr El-Şam ew hêza ku serweriya Idlibê bi awayekî cidî dike. Çavkaniyekî ji Idlibê wiha got: “El-Nusra ji sedî 100 serweriya tevahiya Idlibê dike, tevî ku hin cihên biçûk ne di bin serweriya wê de ne.”

Heyet Tehrîr El-Şam, hemû dergehên Idlibê û yên li ser sînorê Tirkiyê jî  xistine bin serweriya xwe, ji ber wê jî ew biryaran dide û hevsengî li Idlibê guhertin.

Dewleta Tirk niha hewl dide çeteyên “Huras El-Dîn”ji holê rake û tev li çeteyên Feyleq El-Şam bike. Huras El-Dîn yek ji komên herî radîkal li Idlibê ye. Çavkaniyekî ji Idlibê wêneyek bi rê kir û di wêneyê de diyar dibe ku ala Huras El-Dîn dişibe ala El-Nusrayê û di bin de hatiye nivîsandin “Rêxistina El-Huras El-Dîn”.

Huras El-Dîn girêdayî rêxistina El-Qaîde ye û piştgiriyê dide El-Heyet Tehrîr El-Şam, wekî Partiya Îslamî ya Turkistan. Huras El-Dîn li bajarê Meret El-Numan, herêma di navbera Cisir El-Şûxir û bejahiya Laziqiyê de belav dibe û hejmara çeteyên xwe jî derdora 2 hezaran e.

Di rojên dawîn de, dewleta Tirk bi rêya fermandarên ji Huras El-Dîn hewl dide wan ji holê rake û endamên wê tev li Feyleq El-Şam bike.

Balkêş e ku Huras El-Dîn beriya niha bi demeke kurt daxuyaniyek da û wiha got: “Heyet Tehrîr El-Şam destûr dide ku rêya navneteweyî (rêya navneteweyî ya di navbera Heleb û Lazqiyê de) li pêşiya rejîma Sûriyê veke.

Ev yek jî diyar dike ku têkiliya di navbera Heyet Tehrîr El-Şam û Huras El-Dîn li Idlibê de xerab bûye. Bi vê yekê, dewleta Tirk dixwaze baweriya çeteyên xwe ku piştî serweriya Heyet Tehrîr El-Şam li piraniya herêmên Idlibê têk çû û derketina Nûredîn El-Zinkî bê ku Tirkiye bikeve nava tevgerê, vegerîne.

Der barê qutkirina rêya di navbera Efrîn û Idlibê de, çavkaniyekî ji me re got hin çeteyên DAIŞ`ê dê bi rêya Ezaz û Efrînê, derbasî Idlibê werin kirin, lewre rêya di navbera Efrîn û Idlibê de hatiye girtin.

Di rojên dawîn de, komên çete yên li Efrînê daxuyaniyek da û got dergehê di navbera Efrîn û bejahiya rojava ya Helebê de li gundê Xezawiya li pêşiya tevgera bazirganî û sivîl hatiye girtin. Lê balkêş e ku di daxuyaniyekê de hate destnîşankirin ku erebeyên leşkerî ku erkeke fermî ji Feyleq El-şam tenê girtibe, dikarin derbas bibe. Bi vê yekê jî diyar dibe ku Feyleq El-Şam heta niha têkiliya xwe bi çeteyên li Efrînê de heye. Di vir de, pirsên bêbersiv derdikevin holê wekî, gelo têkiliya El-Nusra bi Feyleq El-Şam re heye û bi rêya wê dixwaze derbasî Efrînê bibe, yan jî têkilî bi rêya Tirkiyê ye?

Her wiha di daxuyaniyê de, hate teqezkirin ku dergehê li gundê Dîr Belût bi awayekî giştî hatiye girtin û wiha daxuyanî didome: “Berdevkê Ewlehiya Heyet Tehrîr El-Şam Ubeyda El-Salih ragihandiye ku ji gelek çavkaniyan agahî ji me re hatine ku komên ji rêxistina Dewle (DAIŞ) wê bi rêya Efrînê derbasî Idlibê bibin û berê xwe bidin herêmên Heyet Tehrîr El-Şam. Ev yek jî têkiliya Heyet Tehrîr El-Şam bi çeteyên li Efrînê re nîşan dide.

Niha propagandaya tê kirin ku Rûsya û Tirkiye oprasyoneke hevbeş li dijî Idlibê pêk bînin da ku Heyet Tehrîr El-Şam tune bikin. Her wiha serdana wezîrê parastinê yê Tirkiyê ji bo Rûsyayê, mijara nîqaşa wan Idlib bû.

Lê Tirkiye hewl dide gavan beriya Rûsyayê biavêje da ku destwerdana Idlibê neke. Her wiha hewldan hene ku komên girêdayî Heyet Tehrîr El-Şam werin tunekirin û hewldanên pir bi Huras El-Dîn re nîşaneya vê yekê ne. Lê dibe ku em bibînin Heyet Tehrîr El-Şam êrîşî Helebê bike. Çavkaniyekî ragihand ku Heyet Tehrîr El-Şam amadekariya vê êrîşa li ser Helebê dike.

(kc)

ANHA