Yekîneyên têkoşîna li dijî terorê ya Iraqê di daxuyaniyeke çapemeniyê de ragihand "Hêzên me bi koordîneya balafirên Koalîsyona Navdewletî operasyoneke daketina asmanî li herêmên Mitîbîce û bejahiya Selahedîn pêk anîn, di encamê de 15 terorîst hatin kuştin, di nav de yên întîharî hebûn."
Di daxuyaniyê de hate gotin di çalakiyê de 9 DAIŞ‘î hatin girtin û eywan, şikeft, tunele û bargehên wan ên perwerdeyê hatin rûxandin.