Rêveberiya Karasat û Rewşên Awarte ya Tirkiyê AFAD ragihand ku erdhej di saet 08:31`an li gorî dema Tirkiyê li hemberî berava Seferî Hesarê li deryaya Îce pêk hatiye û destnîşan kir ku li gorî daneyan kûrahiya erdhejê gihîşt 7,33 km.
AFAD`ê bi daxuyaniyekê da zanîn ku ew herêma ku erdhej lê çêbûye saet 04:00 erdhejeke din çêbûye.
Hikumeta Tirkiyê îro danê sibê ragihand ku hejmara kesên ku di erdheja Izmîrê de jiyana xwe ji dest dane gihaşt 25 kesan û kesên ku birîndar bûne jî 804 kes in.