MINBICÊ

Bi hevkariya Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Minbicê, Komîteya Çalakiyan û Perwerdeyê Mihrîcana çalakiyên dibistanê ya yekemîn li Minbicê li dibistana El-Dewqele El-Minbicî ya li rojavayê bajarê Minbicê li dar xist. Di mihrîcanê de endamên saziyan û komîteyên girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê, endamên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê, bi sedan xwendekar, mamosteyên û malbatên xwendekaran ên Minbicê beşdar bûn.

Dibistan bi wêneyên şehîdan, alên Komîteya Perwerde û Fêrkirinê û wêneyên gelêrî hate xemilandin.

Destpêka mihrîcanê xwendekarên dibsitana El-Urûbe stran li ser perwerdeyê di jiyan de xwendin.

Piştre hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Minbicê Nezîfe Xelo axivî û destnîşan kir ku prosesa perwerdehiyê ya serkeftî li ser rgezên bi hêz ava dibe. Çalakiyên dibistanê yên aktîv beşek ji xebatên geşkirina nifşa nû û pêşxistina şarezayên wan e. Nezîfe diyar kir ku ji bo avakirina pêşerojek baş, ev mihrîcan gavek girîng e.

Di berdewama axaftinê de Nezîfe Xelo spasiya xebatkarên prosesa perwerdehiyê kir û teqez kir ku ew ê dibistanên ku çeteyên DAIŞ`ê kiribûn girtîgeh veguherînin cihên ewle û minberên zanistê û dê rêya nifşan ronî bikin.

Bi navê dibistana El-Dewqele El-Minbicî mamoste Şaban El-Hesen axivî, bixêrhatina beşdaran kir û mihrîcan li xwendekaran pîroz kir. Şaban destnîşan kir ku dibistan minberek ji minberên zanistê bûn û hîna jî wisa ne û rolek sereke di avakirina nifşek zana de dilîzin.

Şaban diyar kir ku çeteyên DAIŞ`ê dibisana El-Dewqele El-Minbicî kiribûn girtîgeh û hovantirîn cureyên îşkenceyê der heqê sivîlan de pêk anîn.

Piştî bidawîbûna axaftinan koma Beraîm a xwendekarên dibistana El-Urûba stranên girêdayî zanistê gotin.

Her wiha xwendekarên dibistana Îman berhemên hunerî girêdayî hezkirina welat pêşandan. Xwendekara bi navê Israa Ibêdan ji dibistana Îman stranek li ser Minbicê vegot. Paşê xwendekarên keç ên dibistana El-Urûba şanoyek bi navê `Ez û Malbata xwe` pêşkêş kir. Şano têkildarî girîngiya malbatê û rola wê di piştgiriya xwendekaran de bû.

Her du xwendekarên dibsitana `Mulheq 16 Tişrîn`, Mihemed El-Hesen û Ehmed Mihemed stranek gotin û paşê koma Beraim a komeleya Çerkesan berhemên gelêrî û çandî ya pêkhateya Çerkez pêşkêş kirin.

Di dawiya şahiyê de pêşengeha wêneyên xwendekarên tevahiya dibistanên Minbicê bi navê `Zarokatî` hate vekirin.

(şx)

ANHA