MINBIC

Li herêma Minbicê bi armanca pêşxistina asta mamosteyan dewreyên perwerdeyên yên havînê hatin vekirin. Li tevahî herêmê 2 hezar û 639 mamoste  ji aliyê Komîteya Perwerde û Fêrkirinê û Yekîtiya Mamosteyan ve perwerde dîtin.

Bi armanca bidawîbûna perwerdeyê, her wiha bi armanca pêşwazîkirina sala nû ya perwerdeyê şahiyeke hate lidarxistin.

Di şahiyê de, axaftin hatin kirin. Di axaftinan de rola mamosteyan a di perwerdekirin û fêrkirina nifşan de hate destnîşankirin û tekezî li ser girîngiya dewreyên perwerdeyê yên pêşxistina asta mamosteyan hate kirin.

Her wiha hate gotin ku armaniya li herêmê berhemên xwîna şehîdan e.

Di şahiyê de,  xwendekarên navîn û amadeyî yên herî jêhatî hatin xelatkirin, her wiha bawernamiyên asta yekem û duyem li ser xwendekarên zimanê Kurdî hatin belavkirin.

Şahî bi starnên komên çand û hunerê gerandina govendan bi dawî bû.

ANHA