TEBQA

Di beşa zarokan de 4 bijîşkên pispor û 18 hemşîre dixebitin. Her wiha jûrek ji bo pitikan bi 6 qetermîzan û xewasekê hatiye amadekirin. Ji bo pêşwazîkirina nexweşan jûreke bi 24 nivînan hatiye amadekirin.

Beşa zarokan bi armanca sivikkirina lêçûnên nexweşxaneyên taybet li ser şêniyan hate vekirin.

Li gorî hevserokê Komîteya Tenduristiyê ya Tebqayê Ubeyd Mislim di beşa zarokan de hîna hindek kêmasî di cureyên dermanan de bi taybet dermanên nexweşiyên sing, îltîhaba qesabat de hene. Îltîhaba qesabat di van demên dawîn de ji ber rewşa hewa gelekî belav bûye.

Her wiha bi awayekî giştî stasyona oksîjenê li nexweşxaneyê tune ye.

Ubeyd Mislim destnîşan kir ku gava pêş a berfirehkirina beşa zarokan, zêdekirina hejmara nivînan e da ku qerebelixa ku niha li nexweşxaneyê heye, derbas bikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di 24'ê Gulana 2018'an de Komîteya Tenduristiyê ya girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê Nexweşxaneya Wetanî ya Tebqayê duyemîn mezintirîn nexweşxaneyên giştî li Sûriyê û yekemîn li ser asta Bakurê Sûriyê vekir.

(şx)

ANHA