QAMİŞLO

Merasîm bi beşdarbûna sedan welaatiyên Qamişlo li goristana Şehîd Delîl Sarûxan hate lidarxistin.

Hevserokê Desteya Parastinê yê Herêm a Cizîrê Rêzan Gulo, Hevserokê Desteya Karê Derve Ebdulkerîm Umer û Hevserokê Desteya Rêveber a herêma Cizîrê Ebdulkerîm Sarûxan û Cîgerê Hevserokê Meclîsa Rêveber a Herêma Cizîrê Hisên Ezam amade bûn.

Di despêka merasîmê de şervanên YPG/YPJ'ê merasîma leşkerî lidar xistin, paşê li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Ebdulerîm Sarûxan axivî. Di destpêka axaftina xwe de sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û hemû şehîdên azadiyê bibîr anîn û  got ku gelê herêmê dê tu carî dest ji doza şehîdên xwe bernedin. Piştî axaftinê navên 126 hate xwendin û hemû bi rêzdarî hatin bibîr anîn.

Di dawiya mersîma bîranîna şehîdan malbatan şêranî belav kirin.

(es/hh)

ANHA