NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku şevê din li aliyê Til Kirom û Ceba yên gundewarên Quneyterayê di navbera komên çekdar û hêzên rêjîmê de şer û pevçûnan rûda. Di encamê de li gorî agahiyan ziyanên canî ji her du aliyan derketine.

Balafirên şer û helîkopterên rêjîma Sûriyeyê gelek deverên derdora bajarokê Sehim Colan û kampa Celîn û hin deverên din ên geliyê El-Yermûk û deverên di bin serweriya çeteyên Artêşa Xalid Bin Welîd de bombebaran kirin.

Armancên ku hêzên rêjîmê girtine tenê 10 km dûrî sînorê di navbera Sûriye û Colana dagirkirî de ne û ji 3 salan ve ev cara yekemîn e tê topbarankirin.

Hêzên rêjîmê alîkariyeke leşkerî ber bi gundewarên Quneyterê ve bir û bi dehan panzêrên rêjîmê û bi sedan leşker ber bi gundewarên Quneytera ve çûn û li eniyên şer ên li hemberî tabûrên girêdayî çeteyên DAIŞ'ê yên li gundewarên Quneyterayê bi cih bûn.

Îsraîlê jî şevê din baregehên hêzên rêjîmê li devera Qirs El-Nifil a nêzî bajarokê Hezer a gundewarên bakurê Quneyterayê bi fûzeyan armanc girt. Her wiha li dijî baregehên rêjîmê û hevkarên wê yên li nêzî bajarê Baas, bajarokê Xan Ernebê û bajarokê Ceba êrîş pêk anîn. Di encamê de heta niha tu agahiyên der barê ziyanan de nehatine belavkirin.

Li gundewarên rojavayê Deraayê jî gelek malbatên koçber bûne vegeriyan malên xwe piştî ku hêzên rêjîmê serweriya xwe li van deveran ferz kir. Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan serweriya hêzên rêjîmê li giştî parêzgeha Deraayê  ji sedî 82 derbas bûye.