HEMED EL-MUSTEFA – FECIR EL-XALID / REQA

Buroya Veguhastinê ya Reqayê di 26`ê Îlonê de hate avakirin. Meclisa Sivîl a Reqayê buroyeke fermî ya veguhastinê vekir da ku li ser kaxezên erebeyan û dayîna tabloyên erebeyan bixebite. Komîteya Trafîk, Keşf û Veguhastinê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn karê keşfa erebeyan dikin.

Kesên ku temenê wan zêdetirî 18 saliyê be dikarin erebeyan biajon û rûxseta ajotinê hildin. Piştî ku ezmûn tê çêkirin û ajokar ezmûna xwe baş derbas dikin, ruxseta ajotina erebeyan hildidin.

Komîteya Veguhastinê erebeyên ji derve li gorî resmên gumrikê qeyd dike û li gorî erebeyê tabloyê dide. Ji bo erebeyên mezin 3 hezar,  yên navincî jî 2 hezar û yên biçûk hezar lîreyên Sûriyeyê ji Rêveberiya Gumrikê re têne dayîn.

Ji rêveberên Buroya Veguhastinê ya Reqayê Îsmaîl Ehmed got ji destpêka buro hate vekirin ve wan deriyê qeydikirina erebeyan vekir, her wiha taboyên erebeyan jî li gorî cureyên erebeyan didan. Ehmed diyar kir ku heta niha 3 hezar û 550 erebe ji hemû cureyan hatine qeydkirin û dê dest bi qeydkirina motorsîklêtan jî bikin.

(bx)

ANHA