QAMIŞLO

Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a bajarokê Rimêlanê beriya niha dewreyeke perwerdeya wênexêziyê ji zarokan vekiribû. Dewreya perwerdeyê 3 mehan dewam kir. Piştî dewreya perwerdeyê îro jî pêşengeheke wênexêzên zarok lidar xist.

48 zarok (8 – 10) tevlî  pêşengehê bûn. Nêzî 300 wêne di pêşengehê de cih girtin. Ji saetên sibê ve şêniyên navçeya Girkê  Legê, Rimêlan û nûnerên saziyên civaka sivîl berê xwe dan pêşnegehê.

Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran, xelat li zarokên ku tevlî pêşengehê bûne, belav kir. Paşê bawernameyên wênexêziyê li zarokan hatin belavkirin.

Li gorî komîteya amadekar dê pêşengeh heta saetên êvarê dewam bike.

(bx/bm)

ANHA