Li rojhilatê Dêrazorê mayinek hat bêbandorkirin

Tîmên endezyariya bêbandorkirina mayinan ên girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Dêrazorê li bajarokê Şihêl ê dikeve rojhilatê Dêrazorê, mayinek bê bandor kir.

DÊRAZOR

Şêniyekî ji bajarokê Şihêlê ku dikeve rojhilatê Dêrazorê, agahî da Hêzên Ewlekariya Hundirîn ku li bajarok mayineke neteqiyayî dîtiye. Li ser agahiya şênî, Tîmên endezyariya bêbandorkirina mayinan ên girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn berê xwe da bajarok.

Mayin di malekê de hatibû bicihkirin. Mal ji aliyê tîmê ve hate dorpêçkirin û mayin hate bêbandorkirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku çeteyên DAIŞ’ê di quncikên xwe yên dawîn ên li gundewarên rojhilatê Dêrezorê de asê mane. Piştî ku çete li hember QSD’ê bi bin dikevin, li pey xwe bi hezaran teqemenî û mayinan dihêlin.

Tîmên endezyariyê ji bo aramî û ewlehiya gel, vegera gel li malên wan û paqijkirina herêman, xebatên xwe berdewam dikin.

(fr/bm)

ANHA


Mijarên Din