NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya HRANA’yê leşkerên Îranê beriya çend rojan li eyaleta Urmiyeyê, li ser sînorê Salmasê 2 kolber kuştin.

Her wiha diyar bû ku li ser sînorê Pîranşarê jî kolberek bi giranî birîndar bûye.

Di nava çar mehan de 33 kolber hatin kuştin.

6’ê Tebaxê, Duşemê berêvarkî Muhafizên Şoreşê yên Îranê li herêma sînor a Pîranşarê ya rojhilatê Kurdistanê li kolberan reşandibû û di encamê de kolberek hatibû kuştin û yek jî bi giranî birîndar bûbû.

Li gorî hesabên ANF’ê van çar mehên dawîn 33 kolber hatin kuştin. Bi dehan kolber jî hatin birîndarkirin.

Li rojhilatê Kurdistanê gelek kes ji bo debara xwe bikin neçar in ku karê taloke bikin. Gelek jin û mêr bar hildigrin ser pişta xwe, sînoran derbas dikin da ku bikarin debara xwe bikin. Ji vî karî re kolberî tê gotin. Kolber bi nanoziko dixebitin.

Rêjîm kolberiyê bi qaçaxiya bazirganî bi nav dike û kolberan înfaz dike. Muhafizên Şoreşê ku li ser sînor mîna komandoyên mirinê ne, ji bo van înfazan tu ceza li wan nayê birîn. Di encama van înfazên bê daraz de her sal bi dehan kolber têne kuştin. Heman muhafiz yek ji ser serdemê krîza aborî xuya dikin. Îthalatên derqanûnî yên bi milyonan dolar bi kontrola van Muhafizên Şoreşê pêk tê.