NAVENDA NÛÇEYAN

Waliyê Colemêrgê îdîa kir ku teqîn ji ber teqîna depoya teqemeniyê pêk hatiye. Piştrastkirina vê agahiyê ya ji aliyê çavkaniyên herêmî ve ne mumkin e.

Walîtiyê got: “Di teqînê de leşker û personelên me birîndar bûne‘‘ lê hejmar diyar nekir.

Wezareta Parastinê ya Mîllî jî ragihand ku 25 leşker hatine rakirina nexweşxaneyê. Di heman daxuyaniyê de hate gotin ku agahî ji 7 leşkeran nayên girtin.

Dadgeha Ceza ya Sulh a Şemzînanê jî têkildarî teqîna li Herêma Baregeha Girê Sungu jî qedexeya weşanê ragihand.