DILYAR CEZÎRÎ-ŞÎNDA EKREM / QAMIŞLO

Şervanê YPG’ê Xezwan Zeyîm Ehmed (Zinar Qendîl) di 5’ê Çileya 1988’an de li li gundê Behriyê yê Tirbespiyê di nav malbateke xizan de hate dinê. Xezwan, zarokê sêyemîn ê malbatekê bû ku ji 3 xwişk û 3 birayan pêk dihat.

Pola (ref) yekem û heta ya sêyemîn li dibistana gundê lê ji dayik bûye dixwîne. Pola çaremîn û heta navîn û amadehî jî li dibistanên bajarê Qamişlo dixwîne. Di dibistana xwe de zîrek û zana bû. Têkiliya wî bi hevalên wî re pir nerm û tijî hezkirin bû. Têkiliyên xwe bi her kesî re berfireh dike û li gorî derfetên di destê xwe de hewl dide alîkariya her kesî bike.

Di dema xwendina seretayî û heta amadehiyê têkiliya wî û hevalên wî yên dibistanê Behrim Ebdurehman û Yasir Sarûxan er bû. Bi hev re diçûn dibistanê û vedigeriyan malê. Di firehî û tengahiyê de li gel hev rûdiniştin û sohbet dikirin. Der barê wan rojan de hevalê Xezwan ê herî nêz Behrim Ebdurehman dibêje ku di wê demê de ew û Xezwan wekî cêwiyan piraniya demê bi hev re bûn û da zanîn ku hezkirina wan ji hev re di asta hezkirina birayan de bû. Ebdurehman got ku Xezwan gelek caran hevalên xwe ji tengasiyan derdixistin û tu carî di alîkariya derdorê de çavtengî nedikir û wiha pê de çû: ˮTişta wî ya herî xweş hemû tiştên di destê xwe de ji hevalên xwe re parve dikirin.ˮ

Ji ber xizaniyê dest ji dibistanê berdide

Ji ber ku malbata Xezwan xizan bû û bavê wî nikarîbû pêdiviyên malbatê wekî tê xwestin peyda bike, Xezwan bêyî ji malbatê re bibêje, biryarê dide ku dibistanê berde. Bi rastî jî biryara xwe pêk tîne û dest bi kar dike. Ji bo baş pereyan qezenc bike û di xwedîkirina malbatê de rola wî heye, di sûka Qamişloyê de hemaltiyê dike. Demeke ne dirêj hemaltiyê dike, lê ji ber temenê wî êdî dibe temenê leşkeriya, neçar dibe ku biçe leşkeriya bi darê zorê ya rêjîmê. Tevî ku dema leşkeriyê 2 sal û nîv bûn, Xezwan ji ber helwesta xwe ya neteweyî bi tawanbariya ku alîgirê PKK’ê ye, dikeve girtîgeha Seydnaya, çend mehan di girtîgehê de dimîne. Ji ber vê yekê dema leşkeriya wî ku li paytexta Sûriyê Şamê bû, 3 sal derbas dike.

Ji leşkeriyê vedigere û careke din rewşa malbatê di ber çavan re derbas dike û dîsa di dikaneke sûka bajarê Qamişlo de dest bi karê hemaltiyê dike. Dayika Xezwan Sûad Elî diyar kir ku di wê demê de êvaran dema ji kar vedigeriya, beriya dest û rûyê xwe bişo, pereyên di nava rojê de bi xwêdana xwe qezenc kirine didan dayika xwe û piştre xwe dişûşt û xwarin dixwar. Dayikê der barê kesayeta kurê xwe de ev tişt anîn ziman: “Tevî 2 birayên wî jê mezintir hebûn jî, lê her kesî digot kurê te yê mezin Xezwan e. Dema pereyên ji kar qezenc dikirin, dianî yekser dida min û ji min re digot dayê bila kêfa te were, piştre ez ê xwe bişom û xwarinê bixwim. Tim digot bila xwişkên min ne kêmî kesî bin, wan kêm neke, pereyan bide wan. Ne wekî ciwanan bû, ji xwe re tişt zêde nedikirîn.ˮ

Tev li xebatên şoreşê bû

Bi destpêka Şoreşa Rojava re Xezwan bi xebatên ciwan bi bandor dibe û di rêya hevalê xwe yê bi navê Mihyedîn Şêx Taha re ji mehên destpêkê diçe civîn û xebatên ciwanên şoreşger. Di wan civînan de bandor lê dibe û roj bi roj nêzî xebatan dibe. Di piraniya çalakiyên xebatên ciwanên şoreşger û meşên sala destpêkê ya şoreşê de cihê xwe digire. Di nava xebatên parastinê yên destpêkê de cihê xwe digire û bê navber di taxan de parastinê dike.

Tevlêbûna nav YPG’ê

Piştî Rojava ji destê hêzên rêjîmê rizgar dibe, xebatên xwe zêde dike. Di destpêka êrîşên çeteyan de yek ji ciwanên ku her dem li kêleka şervanan disekinî û parastina tax û kolanên Qamişlo dikir. Di 21’ê Nîsana 2013’an de biryarê dide û bi awayekî fermî bi çend hevalên xwe re tev li nava refên YPG’ê dibe.

Di Akademiya Şehîd Xebat de perwerdeya leşkerî û bîrdozî dibîne. Di dema perwerdeyê de rojane notan digire û di deftera xwe ya taybet de dinivîse. Piştî perwerdeyê tevî hevalên xwe di şerê li herêma Çilaxa de cih digire. Di wir de jî bîranînên xwe yên şer dinivîse û piraniya rojan de di lênûskan de rêz dike. Li gundê Sefa yê Çilaxa ji lingê xwe birîndar dibe. Di dema şer de 2 hevalên wî yên tabûrê jiyana xwe ji dest didin. Ew roj bi çend gotinan jî li ser deftera xwe ya bîranînan nivîsiye. Dema hevalên wî şehîd dikevin rihê tolhildanê di hundirê wî de mezin dibe û soza tolhildanê dide.

Dema birîndar dibe, tevî birîndariya xwe piştî 25 rojan radibe û careke din berê xwe dide qadên şer. Nahêle malbat pê bihese birîndar e û bi lingê xwe yê birîndar di şer û pevçûnan de cihê xwe digire. Bi qernasa xwe pişta hevalên xwe digirt.

Biryara şehadetê

Piştî lingê wî baş dibe êrîşên li ser Serêkaniyê zêde dibin, berê xwe dide cebheya Serêkaniyê û di hemleya rizgarkirina gundên wê de cihê xwe digire. Ji wir berê xwe dide bajarê Hesekê û Til Temir û di vekirina rêya di navbera her du bajaran de jî rola wî hebû. Di berxwedana Til Hemîs û Til Birak de cihê xwe digire. Di 7’ê Çileya 2014’an de li gundê Hisêniyê yê Til Hemîs hevalê wî yê ku ew tev li xebatên şoreşê kir û bi hev re biryar da ku tev li nava refên YPG’ê bibin Mihyedîn Seyîd Taha jiyana xwe ji dest dide.

Ev bûyer bandoreke pir mezin lê dike û rihê tolhildanê di hundirê wî de pir mezintir dibe. Bavê Xezwan Zeyîm Ehmed bi bîr xist ku dema hevalê wî Mihyedîn jiyana xwe ji dest daye, bandoreke mezin lê bûye û wiha got: “Dema hevalê wî Mihyedîn jiyana xwe ji dest da, hat tev li merasîmê bû, got ‘Mihyedîn çima tu çû û te ez hiştim, soz ez ê tola te li erdê nehêlim, ez ê heyfa te hilînim û ez ê werim cem te.’  Ji min re got bavo ez soz didim te, ez ê jî şehîd bibim.ˮ

Şervanê YPG’ê Şevger Hîmo yek ji hevalên wî yên perwerdeyê û şerê şoreşgerî bû. Hîmo der barê berxwedana Xezwan de got ku Xezwan fedekar û qehreman bû û ev tişt anî ziman: “Di şerê xwe de leheng bû, xwe nedida paş. Di şeran de ji parastina hevalên xwe çi ji destê wî dihat dikir.ˮ

Şehadet û merasîm

Dema êrîşên çeteyan li ser herêma Serêkaniyê zêde dibin Xezwan û hevalên xwe tev li berxwedana wê herêmê dibin. Di 28’ê Nîsana 2014’an de Xezwan li gundê Rawya yê Serêknaiyê jiyana xwe ji dest dide. Cihê cenazeyê Xezwan nayê peydakirin, di 31’ê Nîsanê de bi merasîmekê li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan şehadeta wî tê îlankirin.

Piştî jiyana xwe ji dest dide, hevalên wî lênûskên wî yên bîranînê û desmaleke ku wî wesiyet kiribû ku bidin dayika wî, dan malbatê. Dayik û xwişkên wî destmal parastiye. Der barê bîranên wî de dayika Xezwan ev tişt anîn ziman: “Di vê desmalê de bêhna kurê min heye. Dema hevalê wî şehîd ket, got min dayê ez ê şehîd bibim, ez dizanim. Ji bo min tu here hemû merasîmên li Qamişlo çêdibin, bila xwişk û birayên min di nava şoreşê de cih bigirin. Ez jî li hemû merasîman beşdar im.ˮ