HESEKÊ

Li bajarê Serêkaniyê ku bi kontona Hesekê ve girêdayî ye, çalakiya mertalên zindî ev 24 rojin li ser sinorê Rojava û Bakurê Kurdistanê didome. Çalakî bû bertekek bi bandor li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Di nava 24 roje ji her deverên Bakurê Sûriyê serdana kon tê kirn. Îro jî bi sedan şêniyên navçeyên Çelaxa, endamên zaningiha Rojava tevlî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de endama Kongreya Star a navçeya Tirpesipîyê Xeliya Eyûb , Hevserokê şeradariya Til Merûf Necle Ehmed, Hevserokê Meclisa Çilaxa Ebdil Rehîm Hiso û bi nave pêkhatiye Suryan an Corc Wusif axivîn. 

Di axaftinan de gefên Tirkiyê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin şermezarkirin û bal hate kişandin ku Tirkiyê ji destpêka aloziya Sûriyê bi hemû derfetên lojîstîk, leşkerî û aborî piştgirî da terorê û ew derbasî herêmên bi ewle kirin da ku komkujiyan li ser gelê herêmê pêk bînin.

Di axaftinan de hate gotin ku pêwîste gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji komployên dijber hişyar bin, ji ber ku dijmin hewl dide şoreşê û biratiya gelan têk bibe.

Kesên axivîne soza şopandina rêya şehîdan nû kirin û wiha gotin: “Gelê herêmê ji bo parastina axa xwe amede ne.”

ANHA