Piştî bidawîbûna sala xwendinê ya 2018-2019’an, îro rêveberiya dibistanan a herêma Serêkaniyê karname li xwendekarên refa (pol) 9’an ên 26 dibistanên Serêkaniyê û navçeyên wê ji pêkhateyên Kurd û Ereb belav kirin.
Di şahiya ku li Hola Şehîdan a bajêr hate lidarxistin de, bi sedan xwendekar û malbatên wan, her wiha mamoste û endamên rêveberiya dibistanên kantona Hesekê amade bûn.
Şahiyê bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê ji rêveberiya giştî ya dibistanan li kantona Hesekê Azad Mehmûd û bi navê rêveberiya dibistanan a herêma Serêkaniyê endama rêveberiyê Mûna Tobal axivîn.
Axaftvanan serkeftina xwendekaran a sala 2018 -2019’an pîroz kir û hêvî kir ku di jiyana xwe ya xwendinê de bi ser bikevin. Her wiha axaftvanan diyar kir ku şoreşa Rojava û Bakurê Sûriyê ne tenê şoreşa leşkerî bû, ew şoreş li ser hemû aliyên jiyanê bû, jê perwerdeya bi zimanê dayikê ku nasnameya gelan û hebûnê wê.
Axaftvanan teqez kir ku girêdana bi zimanê dayikê erka ser milê her kesî ye da ku hebûna xwe îsbat bike û wiha got: "Wekî çawa hêzên leşkerî dikaribûn bi sekna xwe dijmin bi bin bixin û parastina destkeftiyan kirin, da ku li cîhanê hebûna xwe îsbat bikin."
Her wiha axaftvanan bang li kadroyên perwerdeyê û xwendekaran kir ku parastina zimanê dayikê bikin.
Şahî bi belavkirina karnameyan bi dawî bû.
(jo)
ANHA