EBDULREZAQ ZEKERIYA / TEBQA

Di civînekê de ku li navçeya Eyn Îsa ya kantona Girê Spî hatibû lidarixistin, Meclisa Sivîl a Reqayê ku ji 22 endaman pêk tê, bi tevlêbûna 7 endaman ji herêma Tebqayê ji bo meclisê ragihand. Di wê demê de şerê rizgarkirinê di navbera QSD‘ê û bermahiyên çeteyên DAIŞ‘ê de rû dida.

Di vê çarçoveyê de erka birêxistinkirina karûbarên herêmê di aliyê têkiliyên derve, aborî, xizmetguzarî û perwrde û hwd de ji meclisa damezirîner hate xwestin, her wiha 7 endamên ji Tebqayê ji bo berfirehkirina rêveberiya herêma Tebqayê hatin erkdarkirin.

Civîna yekem a bi mijara rêveberiya Tebqayê li bajarokê Bendava Tişrînê ya 80 km dikeve bakurê Tebqayê li dar ket. Civînê 3 rojan berdewam kir û tê de şêx û rûspiyên herêma Tebqayê hemû pêkhate, mezheb û bawerî beşdar bûn. Di encamê de Meclisa Sivîl a Herêma Tebqayê ku ji  26 delegeyan pêk dihat, hate ragihandin.

Meclisa Sivîl a Herêma Tebqayê di 10‘ê Gulana 2017‘an de xebata xwe li gorî du aliyan da destpêkirin. Yekemîn, peydakirina pêwîstiyên sereke ji şêniyên herêmê re wekî av, nan û dermanan, her wiha paqijkirina herêmê ji bermahiyên şer û mayinên çeteyên DAIŞ‘ê û pêşxistina pergala parastina herêmê ji êrîşan. Ya duyemîn, avakirina sazî û komîte û rêveberiyên meclisê ku dê bibin bingeha komîteya amadekar.

Komîteya Amadekar di 25‘ê Cotmeha 2017‘an de Meclisa Zagonsaz a Meclisa Sivîl a herêma Tebqayê ava kir.

Di 1‘ê Mijdara 2017‘an de bi beşdarbûna mezin ji pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê û nûnerên Meclisa Sûriyeya Demokratîk ji bo avakirina meclisa rêveber hilbijartin pêk hat. Di encamê de 70 endam hatin hilbijartin. Endamên Meclisa Rêveberiyê dê 13 komîteyan bi rê ve bibin. Di hilbijartinan de Hind El-Elî û Şiyar Mihemed wek hevserokên Meclisa Rêveber a herêma Tebqayê hatin hilbijartin.

Hevserokê Meclisa Rêveber ê herêma Tebqayê Şiyar Mihemed diyar kir ku ji erkên sereke yên meclisê "Tirsa ku bi salan ji ber şer li herêmê hatibû rûniştandin ji holê were rakirin, rola meclisên taxan werin aktîfkirin, her wiha aboriya herêmê were geşkirin û ji nû ve sazkirina xebatên xizmetguzarî, perwerde, tenduristî û hwd."

Komîteyên girêdayî Meclisa Rêveber û xebatên wan wiha ne:

Komîteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan

Komîteya navborî 4 şaredariyan bi rê ve dibe; Tebqa, Mensûra, Sefsafa û Cirniyê.

Şaredariyê jî beşên xwe yên paqijî, av, tendurûstî, madeyên sotemeniyê, ekolojî û tîmên agirkujiê avakir.

Di wê demê de xebatkarên şaredariyê ku tenê hejmara wan 50 kes bûn, bi du traktoran tevahiya bajar paqij kir û jiyana bajarê Tebqayê û bazara wê zindî kirin. Niha jî ji 20 alavên xwe ji trêks û traktor hene.

 Komîteyên bi hevkariya hin rêxistinên herêmî û yên cîhanê piştî siwarkirina pompên nû û sererastkirina toreyên avê yên xirabûyî av gihand bajar û gundewarên herêmê.  Her wiha xebatên paqijkirina herêmên ji berhemhiyên şer didomîne û bazaran bi rêxistin dikin û ji bo avahîsaziyan jî rûxsetê dide.

Komîteya Perwerdeyê

Komîteya Perwerdeyê piştî sererastkirina dibistanan, kadroyên perwerdeyê amade kirin. Li herêmê 210 dibistan hatin vekirin, di her refekê de nêzî 65 xwendekar ji aliyê 2 hezar mamoste ve perwerde dibînin.

Komîteya Parastinê

Komîteya Parastinê wekî gaveke ya ber bi parastina herêmê  ji êrîşên derve ve dest bi avakirina focan kir û di nava kêmî salekî de 5 dewreyên Erka Xweparastinê bi dawî kirin.

Komîteya Hundirîn

Komîteya Hundirîn bi hevkariya Hêzên Sûriyaya Demokratîk û şêniyên herêmê li hemberî hucreyên veşartî yên çeteyên DAIŞ‘ê çalakî pêk anîn, çalakî encam girt, ku gelek çeteyên ku xwestin aramiya herêmê têk bibin hatin girtin û kuştin. Her wiha miqdareke çek û cebilxane hatin desteserkirin.

Komîteya Hindirîn her wiha bi sedan şêniyên herêmê tevlî xebatên parastina ewlehiya herêmên kirin.

Komîteya Tenduristiyê

Komîteya Tenduristiyê piştî ku beşê jin û zayînê li nexweşxaneya Wetenî zêde kiribû, hewl dide amadekirina nexweşxaneyê temam bike. Kadroyên nexweşxaneyê ji ber kêmbûna alavên teknîkî  zehmetiyan dikişîne. Li gorî kadoriyên nexweşxaneyê li herêmê 250 nexweşiyên wan ên kurçikan hene, lê derfetên dermankirinê kêm in.

Komîteya Jinan

Komîeya Jin hewl dide jinên herêmê bi rêxistin û perwerde bikin. Komîte bi hevkariya Meclisa Jin projeyên aborî (mûnê, baxçeyên zarokan) pêk bîne.

Komîteya Çand û Hunerê

Komîte bi armanca vejandina çand û hunerê herêmê çalakî ji perwerdekirina zarokan di aliyê çandê de, şevbêrkên helbestan û pêşangeh û semîneran li dar dixe. Di heman demê xebatan sererastkirina Navneda Çand û Hunerê didomîne.

Komîteya Karûbarên Mabatên Şehîdan

Rewşa malbatên şehîdan dişopîna û pêwîstiyên wan bi cih tîne, he wiha merasîmên şehîdan bi rêxistin dike û amadekirina çêkirina goristaneke şehîdan li rojavayê bajêr dike.

Komîteya Karûbarên Civakî

Komîteyê heya niha derfetên kar ji zêdeyî 2 hezar û 800 kesî re peyda kir û hewl dide alîkariyê pêşkêşî kesên muhatc bike.

Komîteya Têkiliyên Giştî

Erka xwe têkiliyan bi komîteyên Meclisa Rêveber, hindir, derve wekî rêxistin û komeleyên herêmî û cîhanî re saz bike.

Komîteya Ciwan û Werzîşê

Çalakiyên ciwanan ên çandî, werzîş û civakî bi rêve dibe û ciwanan bi rêxistin û perwerde dike. Ji xebatên hatine kirin, birêxistinkirina turnuveyeke fotbolê li ser asta Bakurê Sûriyê û vekirina dewreyên perwerdeyê.

Komîteya Aborî

Ji mûdîriyet û buroyan pêk tê wekî "çandinî, bazirganî, kehreba, mala kooperatîfan û vegihînê"

Mekanîzmeya kar û rêveberinê

Meclisa Rêveber biryarên ku Meclisa Zagonsaz erê dike, pêk tîne, di heman demê de dikare projeyan pêşkêşî Meclisa Zangosaz bike ger ku erê bike anî jî qebûl neke.

Şiyar Mihemed li ser pêşeroja herêmê dibêje: " Gelê herêma Tebqayê fikra Rêveberiya Sivîl a Demokratîk qebûl kirine, lê ev sîstem divê bi riya diyalog, semîner li tevahî bajêr û gundên wê were pêşxistin."

Mihemed anî ziman ku jinan roleke sereke di sîstema demokartî de lîstin û bi awayekî çalak di her qadan de cih girtin.

Şiyar Mihemed bal kişand li ser kooperatîfan û destnîşan kir ku projeyê mala mûnê, mezreyên masiyan, alîkariya cotkaran û projeyên çandiniyê  berhemdar bûn.

ANHA