TEBQA

Medceneya (cihê xwedîkirina mirîşkan) Ebû Qibêi bi 40 km`an dikeve rojhilatê gundewarê Tebqayê. Medcene ji 2 beşan yek sewalkarî û  çandiniyê pêk tê. Di beşa sewalkarî de 4 medceneyên mirîşkan ji  bo hilberîna hêkan hene. Jê 2 medcene hatine aktîvkirin û 9 hezar mirîşk lê hatine bi cihkirin. Ji aliyekî din ve xebatên sererastkirina her du beşên din jî berdewam in. 

Beşa çandiniyê ji herêmek berfireh a darên Zeytûnê lê hatine çandin pêk tê. Zêdetirî 22 hezar dar lê hatine çandin. Tevî wê jî 3 hezar darên fistiq û rezan lê hatine çandin. Di dema dawîn de Gerînendeya Çandiniyê bi rêya amadekirina toreya avê û erkdarkirina kesên pispor di warê kasixandina daran de beşa çandiniyê aktîv kir.

Di hefteya borî de gerînendeyê karê medceneyan bi rêya bicihkirina 9 hezar mirîşkan aktîv kir. Girêdayî mijarê Endezyarê Berpirsê Projeya Ebû Qibêi, Mehmûd El-Mihemed got: "Di van demên dawîn de beşên têkildar ji bo amadekirin û peydakirina pêwîstiyên mirîşkan di medceneyan de xebat dane destpêkirin.”

Mehmûd destnîşan kir ku di çend mehên dawîn de ji bo amadekirina êm, bêjingên avê, amadekirina zemîna medceneyê xebitîne, jeneratoran û alvên paqijiya hewayê bi dirêjahiya beşê ya ku dighêje 80 metreyan sererast kirine.

Li gorî plansaziya ku hatiye dayîn, beşa sewlakariyê ya Gerînendeya Çandiniyê çavdêriya medceneyê dike. Piştî 15 rojan wê bi rêjeya ji sedî 90 ji mirîşkan di mehekê de bikevin pêvajoya hilberînê. Tê payîn ku miqdara hilberînê rojane digihêje 8 hezar hêkan. Ev hilberîn bi koordîneya Gerînendeya Bazirganiyê ya girêdayî Komîteya Aborî dê derbasî sûkên herêmê bibe.

Komîteya Aborî ya Rêveberiya Sivîl a Herêma Tebqayê de bi peydabûna hîmên guncew ên aboriya herêmê, bicihanîna projeyan di her du warên sewalkarî û çandinî de didomîne.

(şx/bm)

ANHA