Li Til Temirê bombeyek hat bêbandorkirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li gundê Eyn Ebid ê rojhilatê navçeya Til Temir ê girêdayî kantona Hesekê bombeyek bê bandor kir.

NAVENDA NÛÇEYAN

Yek ji welatiyên gundê Eyn Ebid ê li gundewarên rojhilatê navçeya Til Temir ê kantona Hesekê agahî da Hêzên Ewlekariya Hundirîn ku tiştek gumanbar dîtiye. Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Asayîşa Jinan û Hêzên Hawarê berê xwe da cihê bûyerê û piştî lêkolîn hat kirin, bombeya ku di nava malan de hatibû bicihkirin, bê bandor kirin.

Tê zanîn ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn welatiyan agahdar dike ku heger tu tiştên nediyar bibînin, agahiyê bidin wan.

(bx/bm)

ANHA


Mijarên Din