XEZA

Hêzên Deryayî yên Misrê dema ku ciwanê bi navê Mistefa Ebû Ewde (30) li ser sînorê Filistîn – Misre nêçîra masiyan dikir, gule lê reşandin. Di encamê de Ebû Ewde jiyana xwe ji dest da. Piştî bûyerê Sendîqeya Masîvanan, girtina masiyan ji sibeha Pêncşemê heta sibeha Înê rawestand.

Her wiha welatiyekê bi navê Ehmed El-Necar (21) dema tev li meşa Vegera Mezin bûbû birîndar bûbû û tevî hemû hewldanên bijîşkan jî li Nexweşxaneya El-Ewropî ya başûrê Xezayê jiyana xwe ji dest da.

Her wiha li gorî çavkaniyên Filistînê ji bajarê Ramallah diyar kir ku ciwanekî filistînî gule li otubuseke niştecihên Îsraîlê reşandin û piştre ji cihê bûyerê reviya. Ji ber wê hêzên Îsraîlê kampa El-Celzûn û hindek herêmên nêzî cihê bûyerê girtin.

(bx)