MUSTEFA EL-DEHDOH / XEZA

Beriya çend mehan ve li Xezayê buhayên madeyên xwarinê, sebze, fêkî û pêwîstiyên rojana  bilind bûne. Di gel dorpêça li ser Filistînê jî ragihandina girtina deriyê sînor yê Kerem Ebû Salim ji aliyê Îsraîlê ve azarên welatiyên Xezayê du qat zêde dibin.

Girêdayî mijarê welatiyê bi navê Mihemed El-Şerîf ê ji şêniyên Xezayê got ku ew ji bo kirîna pêdiviyên malê çûye sûkê, lê ew ji ber buhabûna matmayî ma.

Mihemed diyar kir ku berê buhayê kîloyek bacana sor bi 2 şîgil bû, lê niha ew bûye 5 şîgil û wiha got: "Ji ber buhabûnê em nikarin pêdiviyên xwe bikirin, çawa bû ku di nav rojekê de nirxê sebze û fêkiyan ew qas buha bibin!"

Li gel vê yekê zêdebûna rêjeya bêkarî û xizaniyê û her wiha nedayîna mûçeyên karmendan li Xezayê, rewşê bêtir aloz dike.

Girêdayî sedemên bilindbûn û kêmbûna nirxên sebze û fêkiyan bazirganê bi navê Mihemed Ebû Cimêza ji ajansa me ANHA’yê re xuya kir ku Wezareta Çandiniyê ya Xezayê ji derketina berhemên sebzeyan derveyî Xezayê re (Urdin, Difê Xerbiyê, Îsraîl û Ewropa) qedexe nake, lewre sûka herêmî ji ber kêm miqdarên madeyan tengezar dibe. Mihemed gotinên xwe wiha domandin: " Bi girtina deriyên sînor re, bazirgan dê neçar bimînin ku hemû miqdarên sebzeyan daxin sûka herêmî lê têra sûkê nake. Dibe ku piştî 3 mehan bi destpêka demsala çandiniyê ya nû ev alozî kêm bibe. Rexmî peydabûna gelek madeyan di depoyên bazirganan de jî, lê nirxê sebze û fêkiyan bilind bûn."

Bazirganê xwediyê sûkên sebzeyan ên navendî li parêzgeha El-Wista bi navê Macid Mensûr  dibêje ku sûka herêmî hewcedariya miqdarên mezin ji sebzeyên wekî bacana sor, xiyar, kartol û lîmon in. Macid tekez kir ku ji bo rêgirtina li ber keysbaziya bazirganan, divê nirxên madeyên herêmî kêm bibe.

Di çarçoveya vê mijarê de rêveberê giştî yê Belavkirin û Deriyan a Wezareta Çandiniyê ya Xezayê Tehsîn El-Seqa behsa bandora neyînî ya girtina deriyê li ser nirxê madeyên xwarinê kir û tekez kir ku wezareta çandiniyê bi armanca rêgirtina li ber keysbaziya bazirganan dê nirxan kontrol bike û destnîşan kir ku ev gav jî di vê demê de gelek zehmet e.

Her wiha Mihemed diyar kir ku ji ber anîna madeyan bi awayekî sereke ji Îsraîlê û girtina deriyê, aloziya sûkê kûrtir dibe û dibe sedema buhabûna madeyan.

Çavdêr û şêwirmendê aborî yê navneteweyî El-Hesen Bekir got ku nirxa madeyan li gorî berhemên tê pêşkeşkirin û daxwazên berheman tê diyarkirin û daxuya kir ku ji ber kêmbûna miqdarên pêşkeşkirî di sûkê de û derxistina sebzeyan ji derveyî Xezayê re nirxên madeyan bilind bûn.

Bekir destnîşan kir ku ji ber tunebûna parastina aborî ji cotkar re di dema xisara wî de, di encama kêmbûna nirxên madeyan li sûkên herêmî de, bi xwe re aloziyek derxist û welatî temenê wê dide.

Bi nêrîna Bekir sedema bingehîn a vê aloziyê ew e ku bazirgan tehekumê bi berheman û nirxên wê dike û got ji ber girtina Îsraîlê ji deriyê re metirsiyên xwe anî ziman û destnîşan kir ku dibe ku ev alozî, aboriya Xezayê bi temamî hilweşîne.

(şx/ew)

ANHA