XEZA / MISTEFA DEHDÛH

Dewleta Qeterê roja çarşema borî ragihand ku dê alîkariyên mirovahî bi miqdareke 150 milyon dolar bi herêma Xezayê ya dorpêçkirî re bike da ku trajediya welatiyên Xezayê ku ev çend sal in dijîn bi dawî bike.

Siyasetmedarên Filistînê diyar kirin ku erêkirina Tevgera Hemas a wergirtina van alîkariyên darayî ji Qeterê da ku mûçeyên 45 hezar karmendên xwe yên sivîl û leşkerî bide, di çarçoveya pilaneke dûrketina ji lihevhatinê de ye da ku serweriya xwe li ser herêma Xezayê bidomîne û erkên xwe di bace, ewlehî, dadwerî û desthilatdariya li ser erdê li gorî berjewendiya desthilatdariya Filistînê ranebe.  Evan her çar dosye jî di navbera Hemas û Fetih de ji bo pêkanîna lihevhatinê girêkok mane.

Desthilatdariya Filistînê qebûl nake ku rewşa li herêma Xezayê veguhere rewşeke mirovahî ji ber ku dibîne ku encamên wê li ser doza Filistînê metirsîdar e. siyasetmedarên Filistînê dibînin ku alîkariyên ji Qeterê hatine wergirtin di çarçoveya guhertina rewşa Xezayê bi rewşa mirovahiyê ye û dûrî daxwazên sereke û rewa yên gelê Filistînê ne.

Girêdayî mijarê nivîskar û lêkolînerê siyasî Telal Uwêgil got ku evan alîkariyên Qeterê di çarçoveya sernavekî siyasî ya temam li gel siyaseta Îsraîlê de ye û hewl dide aramiyekê pêk bîne herêma Xezayê ji bo bibe dewleteke filistînê amade dike. Her wiha got ku Qeter guh nade dozên mirovahiyê, tişta ji bo wê girîng ew e ku ji rewşa heyî sûd werbigire. Ev naveroka xaleke li ser maseya girêdesta sedsalê ya bi navê "Xezayê" ye.

Uwêgil destnîşan kir ku mijar di çarçoveya alîkariya di aliyên kehrebe, tenduristî, hawîrdor û jiyanî ya giştî de pêk nahê. Evan projeyên mezin ên weke bender û balefirgeh û hin projeyên din hewldaneke Amerîka û Îsraîlê ye û bi destên Tirkiye, Qeter û Misrê û bi erêkirina stûxwariya Tevgera Hemas tê meşandin. Da ku binesaziya Xezayê were avakirin û ji herêma Difa ya Filistînê were cûdakirin û wiha got: "Amerîka û Îsraîlê dixwazin vê pilana xwe di demeke lezgîn de pêk bînin."

Uwêgil behsa daxuyaniya Îsraîlê kir ku wiha dibêje: "Ka em binêrin danûstandina Hemas piştî derbaskirina El-Solar a girêdayî meşên vegerê dê çawa be". û wiha got: "Ew guman dikin ku Hemas hêrsa xwe lawaz bike, her çiqas alîkarî derbasî Xezayê bibin, ji ber ku Îsraîl dixwaze bêdengî pêk were. Mijar weke ku evan alî dixwazin dimeşe ji ber ku Hemas li mayîndina xwe digere."

Uwêgil di berdewama axaftina xwe de wiha anî ziman: "Şer dijwar dibe û rêxistina Rizgariya Filistînê li hemberî helwesteke siyasî ya bêtir girêkok rû bi rû ye. Lihevhatin ji ber ku vebijêreke niştimanî ye divê were domandin da ku li hemberî pilana Amerîka û Îsraîlê derbikeve. Ev demek e em hişyariyê didin ku em li pêşiya du vebijêran rû bi rû ne. Yan lihevhatin ku em ê karibin li hemberî girêdesta sedsalê derbikevin an jî vebijêra Amerîka û Îsraîlê ku hewl didin di deriyê saziyên navnetewî re destwerdana mijarê bikin. Dema ku pirsgirêkeke kehrebeyê derdikeve derfeta redkirina çareseriyan namîne. Ev siyaseta rewşa heyî ye û ev mijar gelekî metirsîdar e. Eger Filistînî lihevhatinê pêk nehînin û vebijêra niştimanî wernegirin, wê demê vebijêra Amerîka û Îsraîlê dê were pêşkêşkirin."              

Girêdayî heman mijarê lêkolînerê siyasî Seîd Zêdan diyar kir ku alîkariyên pêşkêşî Xezayê bi riya Îsraîlê hatine kirin, çi bin jî ti carî trajediya welatiyên herêma Xezayê bi dawî nake û wiha got: "Deriyê rast ê bidawîkirina trajediya welatiyên Xezayê, hevgirtina niştimanî ye û pêkanîna pêngaveke balkêş di jiyana welatiyên Filistînê yên Xezayê de ye."

Zêdana destnîşan kir ku Heman naxwaze serweriya wê li Xezayê bi dawî bibe û dixwaze desthilatdariyê û bernameya siyasî ya Rêxistina Rizgariya Filstînê bi xwe re parve bike. Ev mijar di mehên borî de zelal bû û wiha domand: "Metirsî li ser doza Filistînê zêde dibe û Hemas mijarê paşguh dike. Tişta ku wê eleqedar dike ew e ku desthilatdarî û serweriya wê were domandin û misogeriyên xwe jî ji Qeter û Tirkiyeyê werdigire da ku di desthilatdariyê de bimîne."

Zêdan da zanîn ku buhaya van alîkariyan dê ji gelê Filistînê were xwestin, nemaze ji ber ku doza Filistînê û projeya niştimanî dê bi wê bibandor bibin. Her wiha berdewama ambargoya li ser Xezayê û got ku evan alîkarî tenê weke îlaceke demkî ya êşa gelê Filistînê ne. "

ANHA