KOBANÊ

Bi insyatîfa Weqfa Jin a Azad a Herêma Cizîrê û ya Kobanê  li kantona Kobanê yekem  Mala Sêwiyan " hate vekirin.

Mala Sêwiyan beşa yekem  ku ji 21 zarokan ji herêmên cuda yên Bakurê Sûriyeyê pêşwazî kir.

Mala Şêwiyan ji bo xwedîderketina li zarokên ku xizmên xwe ji ber şer winda kirine hate vekirin.

Derbarê mijarê de, Rêvebera Weqfeya Jin a Azad a Kantona Kobanê Viyan Rênas got, "Îro me 21 zarokên bê kes pêşwazî kir. Em ê xwedî li van zarokan derkevin û wan perwerde bikin."

Viyan her wiha destnîşan kir ku Mala Sêwiyan hê jî zarokên bê kes ên ji herêmên cuda yên Rojava Bakurê Sûriyeyê pêşwazî dike.

Hêjaye ku projeya Mala Sêwiyan ji sala 2015'an de hatiye destpêkirin û beriya çend rojan bi dawî bû.

Li gorî êrveberên Mala Sêwiyan dê perwerdeyên zimanên zimanê Kurdî, Erebî û Înglîzî, her wiha huner spor û kombuter werin dayîn.

(bb)

ANHA