QAMIŞLO

Hevserokên Meclîsa Navçeya Til Hemîs Emel El-Hisên û Salih El-Xelef û Endamên Meclîsa Ebû Cirin, her wiha bi dehan welatiyên bajarokê Ebû Cirin beşdarî merasîma vekirinê bûn.

Di destpêka merasîmê de navend ji aliyê dayîkên şehîdan ve hate vekirin. Paşê li ser navê Meclîsê, HevserokêSalih El-Xelef, li ser navê Kongreya Staa Coz El-Hasûd, li ser navê Melcîsa Ebû Cirin Ziyad El-Telfah û li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Usama El-Temir axivîn.

Di axaftinan de vekirina navenda meclîsê li hemû gelê herêmê hate pîrozkirin û hate gotin ku dê navenda meclîsê bibe cihê xizmeta hemû welatiyên herêmê.

Merasîm bi stran û xelekên govendê bi dawî bû.

(dc)

ANHA