BÊRÎTAN MEDUSA – SILAVA EBDUREHMAN / QAMIŞLO

Hevserokê Yekîtiya Oldaran a Herêma Cizîrê Mihemed Mele Reşîd Xerzî, li ser giringî û wateya meha Remezanê ji ajansa me HAWAR’ê re axivî. Mele Xerzî  di destpêkê de cejna Remezanê li tevahî cîhana Îslamê  pîroz kir.

‘Xwesteka xuda ji mirovan wekhev jiyankirin e’

Mele Xerzî diyar kir ku meha Remezanê ji bo nêzîkbûna mirovan bi  xwedayê xwe re ye û wiha axivî; “Mirov di meha Remezanê de nêzîkî xwestekên xuda dibe. Xwestekên xuda jî ji mirov ewe ku bi wekhevî, edaletî û heskirin bijîn. Cudahiya mirovan û cûdahiya mafê mirovan ji hev nebe. Çi netew, çi bawerî û çi mirov be divê xwedî maf û wekheviyê be.”

‘Misilmanan rojî kirine wek modayekî’

Mele Xerzî balkişand ser rewşa cîhana Îslamê û anî ziman ku di roja îro de misilman dûrî wateya meha Remezanê bûne. Mele Xerzî da zanîn ku misilmanan rojî kirine wek modayekî û wiha pêde çû; “Tenê hersalê mehekî xwe dûrî  xwarinê dikin û dibêjin  elhemdûlîlah me rojiya xwe girt û xilas. Wek barekî li milê xwe dibînin.Lê heqîqeta rojiyê ne ev e. Di temamî îbadetên ku Îslam li ser disekine de, çawa mirov dikare xwe sinor bike û perwerde bike. Di mafê xwe de tecawizî mafê kesê din neke.”

 ‘Welatên misilman 10 deqeyan rûnanin û li hev guhar nakin’

Mele Xerzî destnîşan kir ku ev hezar û çarsed sal in hişê misilmanan li serê wa venegeriya ye û wiha got; “Weke ku di hedîsek pîroz de dibêje ‘eger şûr ket nava qewmê min, heta roja qiyametê ji nav wan dernakeve’. Lê niha ne tenê şûr, çekên pir giran ku kesek dikare di rojekî de bi sedhezaran kes bikuje ketiye nava gelê misilman de. Em dibînin çanda misilmanan û ragihandina misilmanan yek daxuyaniyek ku nêrînekî biratî, wekhevî û aştî di nav de hebe ranagihîne. Ez naxwazim bêhevîtiyê ava bikim. Lê Dema kesek êşa wî hebe dest nedane ser birîna xwe derman jêre nayê dîtin. Gelê misliman hertim dibêjin ‘Yahûdî Emerîkî û kesên din wisa li me dikin’. Lê destê xwe danaynin ser birîna xwe  û 10 deqeyan bi biratî li hev narûni û li hev guhdar nakin.”

 ‘Mizgeft tijî mirov in, lê di dilê wan de heskirin tune ye’

Mele Xerzî diyar kir ku wan dixwest Remezana îsal di nava cîhana misilmanan de wekhevî û aştî hebe û gotinên xwe wiha berdewam kir; “Me dixwest misilman li hev rûnin û li ser pirsgirêkan bi wekhevî û aştîyane li hevbikin. Lê mixabin ev nebû. Raste gelek xitim, rojî û nimêj hatin kirin, mizgeft bi mirovan tijî bûn. Lê ya giring ew e ku ew kesên mizgeft tijî kirin çiwa dilê xwe tijî heskirina birayên xwe bike. Ka dema tû ketî mizgeftê û derketî te ji berê bêhtir ji birayê xwe yê misilman hez kir, te lê guhdar kir an ne? Em niha dikarin wek serildanekî çêkin û tijî mizgeftan mirov bikin. Lê xwida wisa naxwaze.”

‘Mînaka guherîna ol dagirkirina Efrînê ye’

Mele Xerzî dagirkirina Efrînê ji vê yekê re mînak da û wiha axivî; “Li gelek mizgeftên Tirkan meleyan Qur’an dixwendin û ji bo dagirkirina Efrînê fitwe didan. Melayên wan ji bo dagirkirinê cilên leşkeri li xwe dikirin, diçûn ser sinor ji û dua dikirin. Ev dide nişandan ku misilman çiqas dûrî olê xwe ketine û ne dîndarin. Mafyayên heşîş û efyonê van karan nakin. Van kesan bi fitweyên xwe karên qirêj kirin. Van kesên wisan meha Remezanê li gor mirovên xirab guherîn.”

Mele Xerzî di dawiyê axaftina xwe de dûbare cejna Remezanê li hemû cîhana Îslamê pîroz kir û got ku ew hêvîdarin gelê Kurd di Remezanek din de bigehe azadiya xwe.

ANHA