KOBANÊ

Meş bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê bi dirûşma "Ji bo şikandina tecrîdê, hilweşandina faşîzmê û azadiya Rêbertî serî hildin" hatiye organîzekirin.

Meşa ku bi sedan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê tevlî bibûn ji pêşiya navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya navçeya Çelebiyê ku 60 km dikeve rojhilatê başûrê bajarê Kobanê dest pê kir.

Ciwanan posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, Kongreya Star û pankartên "Meşa ber bi Azadiyê ve" hilda bûn.

Meş dê sê rojan li ser pêyan ji navçeya Çelebiyê ber bi, navçeya Taşlûk, Til Hacin heta gundê Elbelor ê 10 km dikeve rojavayê bajarê Kobanê dewam bike.

Jina ciwan a bi navê Cewahir Mustefa ku beşdarî meşê bibû ji ajansa me re axivî û komploya navnetewî li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û bang li aliyên têkildarî kir ku tecrîdê bi dawî bike. Cewahir diyar kir ku têkoşîna wan berdewam e heta azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

ANHA