NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro hatine çapkirin behsa cûdabûna di navbera Rûsya û Amerîka de girêdayî mijara jinûve avakirina Sûriyeyê kirin. rojnameyan behsa çalakiya siyasî û avakirina hikûmeta Îraqê kirin. her wiha bal kişandin ser xebatên şandeyê navnetewî yê ji bo Yemenê Martin Griffith ji bo çareserkirina aloziya Yemenê û gelek mijarên din.

Şerq El-Ewsat: Der barê jinûve avakirina Sûriyeyê de cûdahiya Amerîka û Rûsyayê

Rojnameyên erebî yên îro hatine çapkirin behsa aloziya Sûriyeyê û gelek mijarên din kirin. rojnameya Şerq El-Ewsat bal kişand ser cûdabûna di navbera Amerîka û Rûsyayê de ya girêdayî mijara jinûve avakirina Sûriyeyê. Rojnameyê diyar kir ku Wezîrê Karên Derve yê Amerîka Mike Pompeo ragihand ku heta hêzên Îranê û yên ku alîkariya xwe ji Îranê werdigirin di Sûriyeyê de hene Waşinton beşdarî xebatên jinûve avakirina Sûriyeyê nabe. Ev helwesta Amerîka cara yekemîn e siyaseta Waşintonê zelal li hemberî Sûriyeyê tê nîşandan. Pompeo di axaftineke xwe de li pêşiya Enstûtiyeke Cihûyan a ewlehiya netewî ya Amerîka de diyar kir ku rêjîma Beşar El-Esed bi saya Rûsya û Îranê serweriya xwe diçespîne û êdî aloziya Sûriyeyê li ber çerxeriyekê ye. Serokê Rûsya Viladîmêr Pûtîn jî hêviyên xwe anîn ziman ku xebatên jinûve avakirina Sûriyeyê bi beşdarbûna civaka navnetewî pêk were.

El-Ereb: Amerîka çarenûsa Sûriyeyê bi Îranê ve girê dide

Rojnameya El-Ereb jî got ku Amerîka hewl dide Rûsya, Sûriye û Îranê li hemberî hevkêşiya sifir bihêle û guhertineke bingehîn di stratejiya dewletên rojavayî de li Sûriyeyê ragihand û beşdarbûna dewletên rojavayî di xebatên jinûve avakirina Sûriyeyê de bi vekişandina Îranê û hevkarên wê ji Sûriyeyê ve girê da.

Rojnameyê da zanîn ku Amerîka li hemberî daxwazên Rûsya yên gava ber bi qonaxa jinûve avakirinê ve derket û dibîne ku vegera 5.6 milyon koçberên li derveyî Sûriyeyê gaveke sereke ji bo pêkhatina aramiyê ye û piştre rê li pêşiya peydakirina çareseriya siyasî were vekirin. Hin dîplomasîkarên dewletên rojavayî diyar dikin ku Şam û Mosko hewl didin serweriya Îranê sînordar bikin.

Îraq

Der barê mijarên Îraqê û çalakiya siyasî ya avakirina hikûmeta nû de rojnameya El-Heyat şerê wergirtina wezaretan di navbera bilokên siyasî de kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Ebid El-Muhdî avakirina hikûmeta xwe bilez dike û şerê wergirtina wezaretan di navbera partiyan de dijwar dibe."

Yemen

Girêdayî mijar û aloziya Yemenê de rojnameya El-Ereb behsa xebatên peydakirina çareseriyeke siyasî ji aloziya  Yemenê re kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Griffith di toreyeke nû de hewl dide baweriyê beriya şêwra Londonê ava bike".

Filistîn

Girêdayî mijarên Filistînê jî rojnameya Şerq El-Ewsat behsa destpêkirina danûstandinên aştiyê di navbera Filistîn û Îsraîlê de kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "El-Malikî; ji bo parastina çareseriya du dewletan xebat tên meşandin."

Urdun

Der barê karûbarên Urdunê de rojnameya El-Ereb behsa guhertinên di nava hikûmetê de kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "guhertina di hikûmeta El-Rezaz de 10 wezaret girtin nava xwe beriya ku şerê qanûna baceyê di parlemanê de dest pê bike".

Girêdayî mijareke din a cîhanê de rojnameya Şerq El-Ewsat behsa tevgera darayî di bazarên cîhan de kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "bazarên cîhanê birîndar in û Trump 'federaliyê' weke dîwane bi nav dike".