NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro behsa aloziya Sûriyeyê û gelek mijarên din kirin. Der barê mijara hebûna Îranê di Sûriyeyê de rojnameya Şerq El-Ewsat manşeteke xwe wiha bi nav kir: "Kirêmlîn gavên di navbera îranî û îsraîliyan de li Sûriyeyê koordîne dike". Rojnameyê diyar kir ku serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn li Kirêmlînê bi serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Natanyahu re civiya û bala xwe kişand ser rewşa li Sûriyeyê û bi taybet herêma başûrê Sûriyeyê ya di çarçoveya daxwaza Îsraîlê de ji bo derketina Îranê û hêzên hevkariya Tehranê dikin ji axa Sûriyeyê. Her wiha ji bo wergirtina tedbîrên parastina xeta hevpeymana rawestandina pevçûnan bi hikumeta Sûriyeyê re ya sala 1974'an.

Rojnameyê destnîşan kir ku serdana Natanyahu di heman dema serdana şêwirmendê Rêberê Bilind ê Îranê yê karûbarên navneteweyî Elî Ekber Wîlayetî de li Moskov pêk tê û vê yekê hişt ku guman derkevin ku Moskov helwestên di navbera her du aliyan de ji hev nêzîk bike. Lê hin rayedarên Rûsyayê diyar kir ku danûstandin ji hev cuda tên meşandin, tevî ku ajandeyên li ser her du maseyan wekî hev in û naveroka wan geşedanên rewşa Sûriyeyê ne.

Pûtîn û Natanyahu amadekariya hevpeymaneke xurt der barê Sûriyeyê de dikin

Rojnameya El-Ereb jî nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Hebûna Îranê di Sûriyeyê de li ser maseya Pûtîn û Natanyahu ye". Rojnameyê destnîşan kir serdanên dubare yên serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Natanyahu li Rûsyayê û hevdîtinên wî bi serok Pûtîn re nîşaneke xurt dide ku her du alî amadekariya hevpeymaneke xurt der barê Sûriyeyê de û bi taybet girêdayî hebûna Îranê di Sûriyeyê de amade dikin.

Rojnameyê da zanîn ku serdana Natanyahu di heman dema serdana Elî Ekber Wîlayetî de li Moskovê pêk tê. Wîlayetî jî da xuyakirin ku têkiliyên stratejîk bi Rûsyayê re xurt dibin. Ev yek aşkera dike ku Tehran ji tevgerên Îsraîlê tengezar bûye ku Natanyahu hebûna Îranê di Sûriyeyê de vediguherîne dozeke navneteweyî.

Rêjîm deverên nêzî Colanê topbaran dike û serweriya xwe bi qasî ji sedî 80 firehtir kir

Girêdayî geşedanên leşkerî li başûrê Sûriyeyê rojnameya Şerq El-Ewsat manşeteke xwe wiha bi nav kir: "Balafirên rêjîmê komên girêdayî DAIŞ'ê ji 3 salan ve cara yekemîn li nêzî Colanê topbaran dike. "Rojnameyê diyar kir ku balafirên rêjîma Sûriyeyê duh cara yekemîn piştî sê salan komên girêdayî rêxistina DAIŞ'ê yên li geliyê El-Yermûk topbaran kirin ku li devereke Quneytera ya 10 km dûrî sînorên bi Colana dagirkirî re ne. Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê jî behsa koordîneya Rûsya, Îsraîl û Sûriyeyê ji bo temamkirina çalakiya leşkerî dike.

Rojnameyê destnîşan kir ku hêzên rêjîma Sûriyeyê serweriya xwe li gundewarê rojavayê Deraayê berfireh dike, piştî ku bi nûnerên 4 bajarokên herêmê re lihev kir û bi vê yekê serweriya wê li giştî parêzgeha Deraa gihîşt ji sedî 80 û serweriya komên opozîsyonê daket nêzî ji sedî 13.3 ji giştî rûpîvana parêzgehê.

Metirsiyên encamên xwepêşandanên li Iraqê

Girêdayî mijarên Iraqê jî rojnameyan behsa berdewamkirina xwepêşandanan kirin. Rojnameya El-Ereb nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Xwepêşandanên ji bo kehrebeyê li Iraqê gefa îsyana sivîl dixwe". Rojnameyê diyar kir ku rayedarên Iraqê li hemberî pêşveçûna xwepêşandan û nerazîbûnên gel li hin herêmên navîn û başûrê welat metirsîdar in.

Rojnameyê da zanîn ku bajarên wek El-Besra, Mîsan, Zîqar, Necef, Wasit û Diyalî xwepêşandanên cuda li dar xistin û ji ber bilindbûna pileya germahiyê xwepêşandan bi şevê hatin lidarxistin.

Diyalogên siyasî El-Sedr bi 2 vebijêrkan re rû bi rû dihêle

Rojnameya El-Heyat manşeteke xwe wiha bi nav kir: "El-Sedr li hemberî du vebijêrkan e: plana Îranê yan vegera li opozîsyonê". Rojnameyê destnîşan kir ku tevî encamên hefteyên destpêkê yên hilbijartinên Iraqê ku diyar dibe hevbendiya Saîron bi serokatiya oldar Muqteda El-Sedr li pêş bû, lê di encamê de El-Sedr cihê xwe di navenda diyalogên siyasî de girt diyar e hêdî hêdî li Bexdayê tê guhertin û ber bi mijarekê ve diçe û El-Sedr li hemberî du vebijêrkan rû bi rû dihêle yan dê hevbendiya komî qebûl bike yan dê berê xwe bide opozîsyonê.

Rojnameyê da zanîn ku li gorî çavkaniyên nêzî diyalogên siyasî yên jib o avakirina bilokekî mezin ku avakirina hikumeta Iraqê berpirsyariya wê ye, ew e ku hêzên siyasî yên cuda razî ne ku hikumeteke hevgirtî ya niştimanî ava bikin û tê de hemû alî cihê xwe bigirin. Lê ragihandina El-Sedr ji hikumeteke cuda re di vê çarçoveyê de li hemberî peydakirina lihevkirinekê bû asteng.

Hikumeta Yemenê ji ber kirinên Hizbullahê li Lubnanê gilî dike

Girêdayî mijar û aloziya Yemenê rojnameya El-Ereb manşeteke xwe wiha bi nav kir: "Yemenê hişyarî da Lubnanê ku dê doza destwerdana Hizbullah li Yemenê veguherîne navnetewî". Rojnameya Şerq El-Ewsat jî nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Yemen nerazîbûna xwe ya li hemberî Lubnanê navnetewî dike û kirinên Hizbullah bi dijminahî bi nav dike". Rojnameyê diyar kir ku hikumeta Yemenê li kirinên Hizbullah a Lubnanê û daxuyaniyên wê li hemberî Yemenê gilî kir û bang li hikumeta Lubnanê kir ku rê li pêşiya Hizbullah bigire û siyaseta xwe ya xweparastinê berdewam bike.

El-Herîrî li pêş peywireke dijwar a nexşandina pêkhatebûna hikumeteke edalet e

Girêdayî mijarên Lubnanê rojnameya El-Quds El-Erebî nivîseke xwe wiha bi nav kir: "El-Herîrî banga hêzan dike da ku daxwazên xwe daxînin: yek ji sêyan a Hizbullah di hikumetê de betal e". Rojnameyê diyar kir ku Seed El-Herîrî rêzehevdîtinên xwe li Bêt Weset bi serokên bilokên siyasî û nûnerên hêzan re pêk anîn û ji wan xwest ku daxwazên xwe ji bo avakirina hikumetê û nûnertiya siyasî daxînin.

Rojnameyê destnîşan kir ku peywira El-Herîrî diyar e ne hêsan e ji ber ku xwe radestkirin ne berdest e, weke ku hin çavkanî dibêjin. El-Herîrî xebatên xwe ji bo nexşandina pêkhatebûna hikumetê berdewam dike.

Îsraîl hemû rêyên ber bi Xan El-Ehmer ve digire

Girêdayî mijarên Filistînê rojnameya Şerq El-Ewsat nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Îsraîl Xan El-Ehmer digire û hikumeta Filistînê jî wek gundekî nû radigihîne". Rojnameyê diyar kir ku hêzên dagirkeriya Îsraîlê hemû rêyên ber bi Xan El-Ehmer ve ya nêzî bajarê Qudsê girtin. Di heman demê de hikumeta Filistînê wek gundekî nû ragihand û dijberiya biryara Îsraîlê dike.