NAVENDA NÛÇEYAN

120 hezar welatî ji Şamê anîn Bakurê Sûriyê

Rojnameyên ereban di nivîsên xwe yên îro de di rewşa li Sûriyê de bal kişandin ser mijara veguhertina demografî ya li XÛta Rojhilat û Başûrê Şamê û berdewama veguhertina demografî ya li Sûriyê. Rojnameya El-Şeriq El-Ewset derbarê mijarê de sernavê "120 hezar welatî ji gundewarên Şamê hatin koçberkirin…opozisyon behsa guhertina demografî dike" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku milkiyeta taxek kevin li Şamê ku nêzî Mizgefta Umewiye ji şirketeke taybet re hate hiştin  û wiha dom kir: "Şirket ji bo pirojeyeke rêxistinî di herêma ji ber topbaranê pêk hatiye birêxistin bike. Di dema ku 120 hezar welatî ji Şamê hatin koçberkirin û li Bakurê Sûriyê hatin bi cihkirin, opozisyona Sûriyê behsa guhertina demografî dikin. Tirkiyê bi hevkariya Rûsiya û Îranê herêmeke ji xwe pêk tîn in."

Hewldanên çareseriya aştiyane li Sûriyê

Rojnameya El-Heyat jî derbarê hewldanên çareserkirina aloziya Sûriyê bi rêbazên aştiyane sernavê: "Amarîka dixwaze xeta navdewletî li Îranê were kirin, da ku hebûna xwe li Sûriyê rawestîne. Rojnameya El-Ereb El-Lundiniye jî derbarê mijarê sernavê: "Aliyên li Sûriyê şer dikin ji hev ne bawer in, tevlî hewldanên çareserkirina li Sûriyê dibin" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku aliyên di SÛriyê de şerê hev dikin destnîşan dikin ku ew dixwazin alozî bi aştiyane were çareserkirin û wiha dom kir: "Heger vê carê aramî pêk ne hat, ihtîmale careke din rewş biteqe."

Astana-9 Dera

Derbarê rewşa meydanî ya li Sûriyê jî rojnameya El-Heytat sernavê "Dema Astana-9 destpê kir Dera wekî li ser sêla agir bû" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku dema civîna Astana-9 destpê kir, bajarê Dera bû wekî ku li ser sêleke ji agir e û wiha dom kir: "Rêjîma Sûriyê û Rûsiya nîta xwe ya vekirina eniya Dera anîn ziman.Çavkaniyeke ji Opozisyonê diyar kir ku civînek di navbera şandeya wan û Rûsiya li Dera hatiye lidarxistin. Rûsiya 2 roj muhlet da komên çekdar d aşandeyek hevbeş ava bikin."

Îraq

Derbarê rewşa Îraqê de jî Rojnameya El-Heyat sernavê "li ser ne saxlemiya hilbijartinan genşeşî heye, di navbera komên mezin de jî li ser avakirina hikûmetê alozî heye" avêt. Rojanemya El-Şeriq El-Ewset jî derbarê mijarê de sernavê "Sedir û Silêmanî hêzaên li Îraqê dicebirîn in" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku Rêberê Şîayên Îraqê Muqteda El-Sedir bang ji koman kir ku bicivin da ku hikûmetek teknuqrat ava bikin.

Lubanan

Rojnameya El-Ereb derbarê rewşa Lubanê jî sernavê "Cecee û El-Herîrî hevdîtin pêk anîn, Endamên hilbijartinan kaxezan ji nû ve saz dike" avêt. Rojanemeyê got ku hevdîtina di navbera Serokê Partiya Hêzên Lubanê Semîr Cece û Serokê Teyar El-Musteqbel Seed Eê-Herîrî de êvara roja sêşemê pêk hat. Ev yekem suprîza di qonaxa hilbijartinan de pêk hat.

Pîlana erebî li dijî veguhestina sefaretxaneya Amarîka ji Qudisê re jî wekî mijarek sereke di çapemeniya erebî re derket pêş. Rojnameya El-Şeriq El-Ewset derbarê mijarê de sernavê "Pîlaneke erebî li dijî veguhestina sefaretxaneya Amarîka" avêt. Rojnameyê destnîşan kir ku Meclîsa Yekîtiya Ereban duh li Paytexta Misrê Qahîra civiya û pirojeya veguhestina sefaretxaneya ereban nîqaş kir.

Itîfaqek Misr, Sûdan û Esyûbiya

Li ser nakokiyên li ser Bendava Nehda ya li ser Çemê Nîl ku di navbera Misr, Sûdan û Esyûbiya pêk hat, rojnameya El-Heyat sernavê: "Lihevkirinek Misr,Sûdan û Esyûbiya dosya Bendava Nehda carde xist rojevê" avêt.