NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro hatine çapkirin behsa gelek mijarên girîng ên herêmê kir û bal kişand ser pêşandana leşkerî ya çeteyên Cebhet El-Nusra li parêzgeha Idlibê. Rojnameyan her wiha bal kişand ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker li Bakurê Sûriyeyê û behsa çalakiyên siyasî yên avakirina hikumetên Lubnan û Iraqê kirin. Rojnameyê her wiha behsa rewşa Filistînê û hilbijartinên navîn ên Amerîkayê kir.

El-Heyat: El-Nusra di perwerdeyeke leşkerî de hêza xwe li rojavayê Idlibê diyar dike

Girêdayî mijar û aloziya Sûriyeyê rojnameyên erebî yên îro hatine çapkirin behsa rewşa parêzgeha Idlibê kirin. Rojnameya El-Heyat diyar kir ku hevpeymana Rûsî – Tirkî ya bajarê Idlibê û derdora wê hêjî tê binpêkirin.  Çeteyên Cebhet El-Nusra jî li gundewarê rojavayê Idlibê pêşandaneke leşkerî bi perwerdeyeke leşkerî li dar xist û hêza xwe diyar dike. Di pêşandana leşkerî ya Cebhet El-Nusra de çekên giran jî hebûn.

Şerq El-Ewsat: Şandeyê Amerîkayê; divê Îran bi temamî ji Sûriyeyê vekişe

Der barê mijara hebûna Îranê di Sûriyeyê de rojnameya Şerq El-Ewsat diyar kir ku şandeyê Amerîka yê ji bo Sûriyeyê James Jeffrey bang li Îranê kiriye ku giştî hêza xwe ji Sûriyeyê vekişîne.

Jeffrey ji hejmareke rojnamevanan re axivî û got ku siyaseta Amerîka li hemberî Sûriyeyê girêdayî rêgirtina li pêşiya Îranê û têkşikandina DAIŞ'ê ye. Dema ku Trump hevpîşeyê xwe yê Rûsî Pûtîn li Helsenkî di tîrmeha borî de agahdar kir ku hêzên Amerîka ji bo sê armancan dê di Sûriyeyê de bimîne. Evan armanc jî tunekirina DAIŞ'ê û misogerkirina peydakirina çareseriyeke siyasî û avakirina komîteyeke destûrî li gorî biryara 2254, her wiha derketina hêzên Îranê ji Sûriyeyê ye.

El-Ereb: Washington ji Moskovê dixwaze rê ji Îsraîlê re veke da ku di Sûriyeyê de derbeyan li Îranê bide

Rojnameya El-Ereb jî diyar kir ku Amerîka hêvî dike ku bi Rûsya re lihevkirinekê pêk bîne da ku rê ji Îsraîlê re were vekirin da ku di Sûriyeyê de derbeyan li Îranê bide, tevî ku Moskov çekên S-300 radestî rêjîma Sûriyeyê kirine.

James Jeffrey ji rojnamevanan re diyar kir ku Rûsya di danûstandinên xwe yên bi Îraîl re dilnerm bû da ku di Sûriyeyê de derbeyan li Îranê bide û wiha got: "Em bi hêvî ne ev dilnermbûn berdewam bike.”

El-Heyat: Gefên Enqereyê li dijî Kurdên Sûriyeyê Washington xist rewşeke aloz

Girêdayî mijara êrîşa Tirkiyê li dijî herêmên Bakurê Sûriyeyê rojnameya El-Heyat diyar kir ku Erdogan bi riya topbarana herêmên Kurdan li Bakurê Sûriyeyê hewl dide helwesta Amerîka ji van êrîşan nas bike.

Lêkolînerekî Navenda Ewlehiyê ya Amerîka Nû Nîkolas Hîras got ku Tirkiye dixwaze ku nas bike heta ku derê dikare çalakiya xwe ya leşkerî li rojhilatê Firatê pêk bîne. Nemaze Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) hewl dide hebûna DAIŞ'ê li rojhilatê Sûriyeyê tune bike, lê piştî topbarana Tirkiyê çalakiyên xwe yên leşkerî li dijî DAIŞ'ê rawestandin.

Lêkolînerê navenda Century Foundation, Aron Lond dibêje ku Amerîka di rewşeke aloz de ye ji ber ku dixwaze hebûna DAIŞ'ê tune bike û got ku Amerîka di tunekirina van radîkalan de xwe dispêrin kurdan û bandora hêza Kurdan li ser hêza mezin a Amerîka mezin e.

Lêkolînerê Enstîtuya Washingtonê ya Lêkolînên Stratejîk Fabris Balanch diyar dike ku eger Amerîka bi daxwazên Tirkiyê razî bibe, êdî nikare xwe bispêre kurdan. Pisporê karûbarên Kurdan Motelo Geoffrey Oglu dibîne ku rawestandina şer peyameke eşkere ya QSD'ê ji Hevpeymana Navneteweyî re ye û peyama wan wiha ye: "Em bi hev re şer dikin. Em hevkarên hevûdu ne. Dema ku em rastî êrîşan tên divê hûn bersiva van êrîşan bidin.”

Iraq

Girêdayî çalakiya siyasî ya avakirina hikumeta Iraqê rojnameya El-Ereb beha têkçûna serokwezîrê Iraqê Adil Ebid El-Muhdî ya avairina hikumeta nû kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir. "Astengiyên destpêkê yên hikumeta Ebid El-Muhdî kolana Iraqê bi hêrs kiriye.”

Rojnameya Şerq El-Ewsat jî girêdayî heman mijarê manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Wezîrên hikumeta Ebid El-Muhdî li hemberî jikar avêtinê rû bi rû ne.”

Yemen

Girêdayî mijar û aloziya Yemenê rojnameya El-Qudis El-Erebî behsa mijara mirovahî ya welatiyên Yemenê kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "14 Milyon kesên Yemenê li ber berçîbûnê ne."

Lubnan

Der barê çalakiya siyasî ya avakirina hikumeta Lubnanê de jî rojnameya El-Ereb manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Hizbullah hevkarê xwe Ewn di çareserkirina girêka Sunniyên 8'ê Adarê de berpirsyar dibîne."

Rojnameya El-Heyat jî girêdayî heman mijarê manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Hevgirtina Ewn û Herîrî 'Sunniyên 8'ê Adarê' û Hizubllah li çareseriyê dipirse û pêşniyar nake."

Filistîn

Der barê mijarên Filistînê de rojnameya El-Ereb çalakiya siyasî ya ji bo peydakirina aştiyê di navbera Îsraîl û Filistîniyan de kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Peyamên Ureyqat ji Sultaniyeta Umanê re helwesta paşguhkirina Ebas nîşan dide.”

Amerîka

Der barê mijara hilbijartinên navîn ên Amerîkayê de rojnameya Şerq El-Ewsat behsa encamên hilbijartinên nûkirinê yên navîn li Amerîka kir û got ku demokratan piraniya kursiyên parlemanê wergirtin û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Kongre parçekirî ye.. Trump jî bi serkeftinê dilşad e."