MINBIC

Komîteya parastinê ya Minbicê îro bi boneya salvegera yekemîn a damezirandina Hêzên Erka Xweparastinê şahiyek li avahiya komîteyê orgenîze kir. Bi dehan şêniyên Minbicê di nav de malbatên şehîdan, endamên komîte û saziyên sivîl û leşkerî yên girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarê wê û endama Meclisa Hevserokatiya MSD‘ê Îlham Umer beşdarî şahiyê bûn.

Şahî bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre Hisên Hiso rapora salê ya xebatên Komîteya Parastinê ji beşdaran re xwend. Paşê bi navê Meclisa Malbatên şehîdan bavê şehîd Ednan Ebû Emced, Ebdulezîz Hemdiyê xebatên komîteyê pîroz kir û destnîşan kir ku Hêzên Erka Xweparastinê bûye lingê sereke yê parastina ewlehiya bajêr.

Paşê bi navê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Seîd El-Quba axivî û girîngiya rola Hêzên Erka Xweparastinê tekez kir û got: "Ev hêz bûye hestîpişta bajarê Minbic û gundewarê wê. Em weke Meclisa Leşkerî ya Minbicê van lehengên ku perwerdeyên xwe bi dawî kirine pîroz dikin."

Her wiha bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarê wê endama Dîwana Meclisa Zagonsaz Ezab El-Ebûd axivî û derbasbûna salekê ji avakirina hêzê pîroz kir û spasiya keda şervanan kir.

Bi navê Fermendariya Giştî ya Hêzên Erka Xweparastinê Cûdî Berav axivî û hemû şehîdên Minbicê bi bîr anî û got: "Erka me parastina bajêr e û em li ser  soza xwe ne. Da ku em layîqî xwîna şehîdan bibin em soza xwe dubare dikin û em ê heta dilopa xwîna dawî li berxwe bidin."

Di şahiyê de şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Ehmed Mihemed Elî û Ibrahîm Mistefa helbestên xwe yên girêdayî hezkirina welat pêşkêş kirin.

Her wiha komîteyê bi rêya malbatên şehîdan, avakerên Komîteya Parastinê ya Minbicê xelat kir. Di nav de Saziya Malbatên Şehîdan, endamên Komîteya Xweparastinê û her wiha girûpa yekemîn a ku banga tevlêbûna Erka Xweparastinê bi cih aniye.

Piştî xelatkirinê lênûskên bidawîkirina erkê li şervanên dewreya yekemîn hatin belavkirin.

Şahî bi gerandina xelekên dîlanan bi dawî bû.

(şx)

ANHA