ROJ MÛSA – SEYDO ÎBO / NAVENDA NÛÇEYAN

Di beşa duyemîn a dosyeyê de em ê lêhûrbûnên hewldanên kuştina 8 kesayetên siyasî û leşkerî ku şaneyê nikaribûn pêk bînin vebêjin. Şaneya terorîst li ser pêşniyara istixbarata Tirkiyeyê ku tevgerbûyîna wan fînanse dikir, hewl da van kuştina pêk bînin û istixbarata Tirkiyeyê bi riya kesekî nenas peywendî bi Filûdî re dikir.

Lêhûrbûnên ku van çeteyan di dema lêpirsîna dezgeha ewlehiya giştî ya girêdayî Fermandariya Giştî ya Asayîşa Rojava de li xwe mukir hatine

1-Hewldana kuştina Dr. Ebdilkerîm Umer 8'ê sibata 2014'an

Rêveberiya şaneyê û pilankirina çalakiya kuştina Hevserokê Desteya Karûbarên Têkliyên Derve ya herêma Cizîrê Dr. Ebdilkerîm Umer, ji aliyê Filûdî û Şîban ve hate kirin. Her wiha teqandina mayînekê bi siwareya wî ya li pêşiya mala wî bû. Fîras Salih Umer navê Dr. Ebdilkerîm weke armaca rêzeçalakiyên kuştinê pêşniyar kir. Çavdêrî û payîn jî ji aliyê Xelîl Cehûh Cenwî ve pêk hat û Mihemed Ebdilsemed El-Îbrahîm ji bo bicihkirina mayînê li rex siwareya Dr. Ebdilkerîm Umer hate erkdarkirin.

Di dema pêkanîna vê kiryarê de hin endamên nû yên şaneyê hevûdu nas kirin.

Şîban di mukirhatinên xwe de got ku, çalakiya hewldana kuştina Dr. Ebdilkerîm Umer bi riya Fîras Salih Umer bû ku wî rêbaza kiryara kuştinê pêşniyarî komê kir û mala Dr. Ebdilkerîm Umer bi wan da nasîn.

Şîban di axaftina xwe de diyar kir ku koma wan ji bo kuştina Ebdilkerîm bi riya mayînekê lihev kirine û Mihemed Ebdilsemed di bicihkirina mayînê de hate erkdarkirin.

Mihemed Ebdilsemed got ku Şîbanî armanc bi berfirehî lêkolîn kir û ew agahdar kiriye da ku mayînê li pêşiya mala Dr. Ebdilkerîm Umer ya li nêzî çerxeriya El-Xelîc a taxa kornîş biçîne.

Mihemed di axaftina xwe de got ku wî mayîn ji Şîban wergirtiye û biriye mala xwe û di roja din de peywendî bi Xelîl Cedûh re kiriye da ku wî bi motoskirlêtekê bigihîne cihê armancê. Piştî ku mayîn hate bicihkirin ji deverê dûr ketin.

Mihemed dibêje ku Fîras jî bi siwareyeke taksî li heman deverê bû û ew berpirsyarê çavdêriya armancê û teqandina mayînê bi riya amêrekî bêtêl bû.

Xelîl Cedûh di axaftina xwe de bal kişand ser peywendiya wî bi Mihemed Ebdilsemed re û wiha got: "Mihemed Ebdilsemed ji min re got ku pêdiviya wî bi motoskilêtê heye da ku karekî xwe pê bimeşîne û paşê ew çûne kolana Kornîş û di destên Mihemed de tûrekî reş hebû û di tûr de mayîn hebû. Ji min re got ku têkliya min bi mijarê tune ye, tenê emê mayînê bicih bikin û ji deverê dûr bikevin."

Fîras di mukirhatina xwe de wiha domand: "Li gorî pilana endamên şaneyê peywira teqandina mayînê ji min hate xwestin. Di wê demê de min ajokariya taksiyekê li ser xeta Kornîş a bajarê Qamişlo dikir. Piştî ku endaman mayîn li rex stûnekî li kêleka siwareya Dr. Ebdilkerîm Umer bicihkirin, dema ku Dr. Ebdilkerîm ji mala xwe derket min gelek caran pêl dugmeya amêr kir, lê mayîn neteqiya."

Mihemed Ebdilsemed got ku piştî saetekê Şîban telefonî wî kiriye û jê xwestiye ku mayînê ji cihê wê rabike, ji ber ku di encama nem a tûr de neteqiya ye.

Xelîl Cedûh da zanîn ku piştî saetekê Şîban bi Mihemed re axivî û jê xwestiye ku mayînê ji cihê hatiye bicihkirin rabikin û wiha domand: "Mihemed cilên karkerekî paqijkirinê li xwe kiribûn û çiwalek kiribû destên xwe û piştre berê xwe dan cihê mayînê û Mihemed mayîn xist çiwal û bi motoskilêtekê ji deverê dûr ketin. Siwareyeke taksî jî li pey me dihat û paşê hate nasîn ku ew Fîras e û ji Mihemed xwest ku biçe mala wî û Mihemed jî ji min re got ku ew endamekî şaneyê ye."

Şîban di berdewama axaftina xwe de wiha anî ziman: "piştî ku hewldana yekemîn a kuştinê têk çû, Mihemed Mayîn bir mala Fîras û peywendî bi Filûdî re kirin da ku wî agahdar bikin. Piştre mayîn lêkolîn kirin. Di roja din de ez çûm cihê buyerê, piştre Mihemed ji min xwest ku ew ji deverê dûr bikeve da ku mayînê careke din li rex stûn li pêşiya siwareya Dr. Ebdilkerîm Umer bicih bike û piştre bi riya siwreyeke servîs dûr ket û amêrê bêtêl a teqandinê di destên Fîras de bû."

Li gorî mukirhatinên Fîras piştî du rojan ji hewldana yekemîn di serê sibê de telefonî wê kirine û jêre gotine ku mayîn ji teqandinê re amade ye û amêrê teqandinê jî li ba wî bû û wiha got: "Dema ku Dr. Ebdilkerî ji avahiyê daket û berê xwe da siwareyê min pêl dugmeya teqandina mayînê kir. Lê di wê demê de siwareyeke welatiyekî din kete nava mayînê û siwareya Dr. Ebdilkerîm û di encamê de ajokarê siwareyê şehîd bû. Piştre ez vegeriyam malê. Piştî rojekê Filûdî hat ba min û amêr bi xwe re bir."

Şîban dibêje ku Fîras 50 mîteyan ji cihê buyerê ve dûr bû û çavdêriya Dr. Ebdilkerîm Umer dikir û dema mayîn hatiye teqandin ajokarê siwareyeke din şehîd bû û stûnê kehrebeyê bi ser siwareya Dr. Ebdilkerîm de ket.

2- Hewldana kuştina endamê Yekîneyên Parastina Gel Selîm Ehmed Elî – 2013

Rêveberî û pilankirina kiryara hewldana kuştina lêpirsînkarekî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji aliyê Filûdî û Şîban ve hate meşandin. Armanc ji aliyê Filûdî û Salih Ehmed Temo ve hate pêşniyarkirin û ew jî bi riya daliqandina mayînekê bi siwareya wî ve. Hewldana yekemîn û çavdêrî ji aliyê Salih Temo û Mûsa El-Betûşî ve hate meşandin. Filûdî û Şîban jî mayîn li mala Filûdî amade kirin. Hewldana duyemîn jî ji aliyê Ehmed Xerîb û Îbrahîm Xerîb ve hate meşandin.

Şîban behsa çalakiya hewldana kuştinekê kir û lêhûrbûnên vê çalakiyê li ser zimanê wî wihan ne:

"Filûdî û Salih Ehmed Temo çalakiya kuştina lêpirsînkarekî YPG'ê yê bi navê Selîm ku bi navê Ebû Samî tê nasîn pêşniyar kirin. Ji ber ku ew herdu lêpirsînkar nas dikin. Bi şev ez agahdarî çalakiyê kirim û Filûdî ji min xwest ku ez biçim mal wî û got ku Mûsa El-Betûşî û Salih Temo mala lêpirsînkar selîm nas dikin. Piştre min mayîn li mala Filûdî amade kir û El-Betûşî û Temo mayîn bi siwareya lêpirsînkar ve daliqandin û dest bi çavdêriya xwe li taxa lêpirsînkar kirin da ku dema ji mala xwe derdikeve siwareya wî bête teqandin.

Di rojan din de, lêpirsînkar bi lez ji mala xwe derket û El-Betûşî û Temo nikaribûn bigihêjin wî û mayîn ji bazina amêrê bêtêl derket û neteqiya.

Min du kesên din ji bo pêkanîna çalakiyê pêşniyar kirin ew jî Ehmed Xerîb û Îbrahîm Xerîb bûn ku pismanên hevûdu ne. Me mayîn careke din li mala Filûdî amade kir û me amêr û mayîn radestî wan kirin. Wan jî di saetên derengiya şevê de mayîn bi siwareyê ve daliqandin û çûn stada Şehîd Heysem Bico a bajarê Qamişlo da ku di nava ciwanên werzîşê de çavdêriya siwareyê ji nêz ve bikin.

Piştî demeke kurt kesek hat û ciwan ji stadê derxistin, piştî ku hate naskfirin ku mayînek di siwareyê de heye, piştre ew bi motoskilêtekê ji cihê buyerê dûr ketin û Filûdî agahdar kirin ku hewldana wan têk çû.

3- Hewldana kuştina Sekretêrê Partiya Çep a Kurdî Mihemed Mûsa Mihemed -2014

Li ser daxwaza rêveberiya şaneyê a pêşniyarkirina navên kesayet û rayedarên Kurdî yên nêzî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Fîras navê Sekretêrê Partiya Çep a Kurdî Mihemed Mûsa pêşniyarî rêveberiya şaneya çeteyan kir. Rêveberî û pilankirin û amadekirina mayînê ji aliyê Filûdî û Şîban ve hate kirin. Hewldan jî ji aliyê Salih Temo û Mihemed Ebdilsemed ve hate meşandin. Ji bo teqandina mayînê jî Fîras hate erkdarkirin.

Şîban di mukirhatinên xwe de got ku Filûdî ji Fîras xwestiye ku beşdarî Partiya Çep a Kurdî bibe da ku karibe agahiyan di derbarê çalakiyên partiyê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de werbigire.

Fîras di axaftina xwe de got ku piştî Şîban û Filûdî navê rayedarekî partiyekî Kurdî jê xwestine, wî navê Mihemed Mûsa pêşniyar kiriye.

Şîban destnîşan kir ku piştî demekê ji beşdarbûna Fîras a nava partiyê, çalakiya kuştina Mihemed Mûsa li mala Filûdî bi amadebûna Salih Umer, Salih Temo û Mihemed Ebdilsemed hate pilankirin.

Rêbaza çalakiyê bi daliqandina mayînekê bi siwareya sekretêrê Partiya Çep a kurdî Mihemed Mûsa ve li pêşiya navenda partiyê ya li kolana Mûnîr Hebîb hate hilbijartin. Fîras bi teqandina mayînê hate erkdarkirin dema ku Mihemed Mûsa ji navendê derdikeve.  Di wê rojê de civîneke partiyê li pêşiya navendê hebû. Siwareyek hat û li wir bi cih bû ku Fîras ji endamên şaneyê re gotibû, ji ber qerebalixiyê Salih û Mihemed nikaribûn mayînê bi siwareyê ve daliqînin.

Fîras telefonî wan kir û got ku civînek li Navenda Ciwanan a Qamişlo heye  û siware li wir sekiniye û divê mayînê bi wê siyareyê ve daliqînin û dema ku siware derbikeve dê were teqandin.

Mihemed Ebdilsemed da zanîn ku wî û Salih bi motoskilêtekê berê xwe dane navenda partiyê, da ku çalakiya xwe pêk bînin, lê ji ber hejmareke zêde ya jinan li nêzî siwareyê bûn nikaribûn mayînê bi siwareyê ve daliqînin.

Fîras got ku di dema pêkanîna çalakiyê de ew li buroya partiyê bû û amêrê teqandinê ya betel ji Ebdilsemed û Salih wergirtibû. Lê çalakî li navenda partiyê bi ser neket. Piştre ji Salih Temo û Mihemed Ebdilsemed re hate gotin ku civîneke din li navenda Ciwanan heye daku çalakiya xwe li wir pêk bînin. Lê ji ber hejmara zêde ya endamên Asayîşê li derdora avahiyê nikaribûn mayînê bi siwareyê ve daliqînin. Li gorî Fîras, Şîban telefonî wî kiriye û jêre gotiye ne pêkan e çalakî pêk were.

4-Hewldana kuştina Serokê Meclîsa Rêveber a kantona Cizîrê Ebdilkerîm Sarûxan -2013

Du caran hewldan serokê Meclîsa Rêveber a kantona Cizîrê Ebdilkerîm Sarûxan ê ku wê demê Hevserokê Desteya Parastinê bû, bikujin. Rêveberiya vê çalakiyê jî ji aliyê Filûdî û Şîban ve li ser pêşniyara Filûdî hate meşandin. Ji bo pêkanîna çalakiyê Selah û Ebdilsemed bi riya damançeyeke bêdeng hatin erkdarkirin.

Şîban got ku Filûdî kuştina serokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê Ebdilkerîm Sarûxan pêşniyarî şaneya çeteyan kiriye.

Kuştina Sarûxan bi damançeyeke bêdeng li mala wî ya li Um El-Fursan a rojhilatê bajarê Qamişlo hate pilankirin. Pilan jî ew e ku xwe weke du welatiyên sivîl nîşan bidin ku pirsgirêkên wan hene û dixwazin biçin mala Sarûxan û ji wî bipirsin û dema derî vebike dê were kuştin.

Di derbarê vê hewldanê de Mihemed Ebdilsemed got ku Şîban ji wan xwestiye ku rayedarekî Rêveberiya xweser bi damançeyeke bêdeng bikujin, piştî ku cihê armancê baş nas kir. Salih û Ebdilsemed bi motoskilêtekê berê xwe da mala Sarûxan û xwe nîşan dan ku ew dixwazin agahiyekê di derbarê girtiyekî li ba Rêveberiya Xweser werbigirin. Ebdilsemed motoskilêt dajot û Temo jî damançe rakirbû. Piştî ku gihîştin Um El-Fursan li deriyê mala Sarûxan dan û hevsera Sarûxan derî ji wan re vekir û dema ew li wî pirsîn ji wan re got ku ew hefteyek e nehatiye malê.

Şîban di mukirhatinên xwe de dibêje ku piştî têkçûna hewldana yekemîn Filûdî, Mûsa El-Betûşî li şûna Ebdilsemed erkdar kir û Salih Temo û Mûsa El-Betûşî careke din hewl dan çalakiyê pêk bînin, lê ew jî matmayî man ku Sarûxan cihê mala xwe guhertiye.

Mihemed Ebdilsemed got ku piştî 15 rojan ji hewldana yekemîn Mûsa El-Betûşî û Salih Temo careke din hewldan, lê matmayî man ku Sarûxan cihê mala xwe guhertiye.

5- Hewldana kuştina dadger Farûq Ebû Eseed – 2013

Yek ji pîlansaziyên Felûdî û Şîban kuştina endamê Dîwana Dada Civakî ya bajarê Qamişlo Farûq Ebû Seed bû. Ebû Seed dê ji aliyê Salih Temo, Mihemed Abdulsemed û Mûsa El-Batoşî ve bi damançeyeke bêdeng hatibane kuştin, Mihemed Zekî El-Himêdî jî dê nobedar bane.

Şîban di lêpirsîna xwe de got ew û Mihemed Zekî El-Himêdî yê bi nasnav Xêro bi hiceta nîqaşkirina dozekê berê xwe dane mala dozger Farûq. Ew dixwazin bizanibin mala Farûq çawa ye û çend odeyên wan hene û çiqasî ji navenda dadgehê dûre. Piştre Xêro têkildarî mala Hilêliyê ya bajarê Qamişlo agahî dide gurûpa çeteyan.

Mihemed Abdulsemet anî ziman dema ku wan xwest Farûq bukjin bi wî re bombeyeke dest hebû û bi Salih Temo re jî damançeyeke bêdeng hebû. Ew her du bi matorsiklêt diçin taxa Hilêliyê û Mûsa El-Batoşî diviyabû ku zelalkiribane ka li mala dozger Farûq kesek heye yan tine ye.

Dema ew dixwazin dozger Farûq bukjin El-Batoşî bi Abdulsemet û Temo re daxive û dibêje Farûq ne li malê ye.

Şîban di lêpirsîna xwe de li role Mûsa El-Batoşî axivî û wiha got:˝ Mûsa El-Batoşî bi hiceta dê dozger ji bo dozekî bibîne, çû mala Farûq û dê  Mihemed Abdulsemet û Salih Temo jî bi damançeya bêdeng Farûq kuştibane lê bele nikarîbûn pîlansaziya xwe pêkbînin ji ber Farûq wî wextî ne li malê bû˝.

6-Kuştina şervanê YPG`ê Luqman Çolî sala 2014

Her wiha di lêpirsîna Şîban de pîlansaziya kuştina endamê YPG`ê Luqman Çolî jî derket holê. Şîban têkildarî buyerê wiha got:˝ Mihemed Zekî Cûma El-Himêdî û Felûdî Iskender Ibrahîm pêşniyar kirin ku endamê YPG`ê Luqman Çolî were kuştin. Ew jî bombeyekê têxin binê erebeya wî ya taybet de. Piştî ku li ser ciyê mala wî û rengê erebeya wî agahî kom kirin, Felûdî û Xêro li mala Felûdî bombe amade kirin. Di pîlansaziya kuştina Çolî de Ehmed Xerîb û Fîras Omer jî hebûn. Piştî ku du cîhazên lasilkî hatin peydakirin Ehmed Xerîb cilê parsekan li ber xwe kir û saet 03:30 bi piskilêt çû ciyê mala Çolî û bombe bi binê erebeya Çolî ve kir˝.

Fîras anî ziman ku Şîban ew erkdar kir ku endamê YPG`ê Luqman Çolî bişopîne û adrêsa mala Çolî da wî. Mala Çolî li gel firina nane û Fîras bi hiceta wê nan bikre diçe wê kolana mala Çolî lê ye. Fîras Çolî dişopîne û êdî fêmdike ku Çolî di navbera saet 08:30 an saet 09:00 ji malê derdikeve. Rojekê berî bombe biteqînin Şîban cîhazê lasilkî dide Faris.

Roja dîtir Faris diçe ciyê buyerê, erebeya xwe nêzî mala Luqman Çolî datîne û li bendê ye ku Çolî ji malê derbikeve. Faris demeke dirêj li benda derketina Çolî dimîne û ev yek bala şêniyên kolanê dikşîne. Faris ferq dike ku mayîna wî ya demeke dirêj li kolanê bala şêniyan kişandiye û ji wir dûrdikeve. Dema ku Şîban agahiya vê yekê digre hema bi awayekî lez cîhazê lasilkî dide Mihemed Abdulsemet. Abdulsemet jî di mesafeta 150 m de xwe nêzî hedefê dike û dema ku Luqman Çolî ji malê derdikeve û dikeve erebeya xwe, Abdulsemet hewldide bombe biteqîne. Bombe nateqê û dema erebeya Çolî hinekî bi pêşve diçe bombe ji erebe dikeve xwarê, Şîban û Ehmed Xerîb dema ku dibînin li derdora bombeyê kes tine ye wê bombeyê diteqînin û pîlansaziya wan a kuştina Çolî têkdiçe.

7-Revandina Wedha Selah gulana sala 2016

Felûdî û Şîban pêşniyar dikin ku zaroka bi navê Wedha Selah birevînin û li beramberî wê pere ji malbata Wedha bixwazin. Gurûpa wan pîlansaziya xwe çêdikin û dê li gorî pîlansaziyê Xelîl Cedûi Cenwî mala Wedha çavdêr bike, Elai Cerbûi erebe peyde bike, Abdulrezaq Elî û Abdulheq Dawûd jî zarokê birevînin û Fadil Mecîd Osê jî zarokê li gel xwe asê bike. Yê ku ev pîlansazî çêkiriye Şîbane.

Şîban di lêpirsînê de anî ziman ku Felûdî jê re pêşniyar kiriye ku Selah bukjin lê bele wî qebûlnekiriye û pêşniyar kiriye keça Selah Wedha birevînin û li beramberî wê pere bixwazin. Ji ber Selah mirovê Şîbane.

Abdulheq Mihemed Maşûq Dawûd anî ziman dema ku ew bi Abdulrezaq re li mala Mihemed Xêr bûn, Şîban bi Mihemed Xêr re axiviye û behsa revandina zarokekê kirine, Mihemed Xêr jî piştî 4 rojan xwe ji pîlansaziyê dikşîne.

Abdulheq anî ziman ku ew bi Mehmûd Şîban re çûye mala Abdulrezaq û ew rêkirine ciyê bale ji bo cilên mîna yên Heyva Sor peyde bikin. Her wiha Abdulrezaq anî ziman ku Şîban ji wan re hinek madeyên alîkariyê ku îşareta UNICEV ji wan re anîne, şîrê zarokan, erebe û cilên dişibin cilên endamên rêxistinên alîkariyê ji wan re anîne û ji wan re gotiye biçin mal vala ye hûn dikarin destpê bikin û endamekî me jî çavdêriya malê dike.

Kesên ku dixwazin zarokê birevînin hemû amadekariyên xwe dikin û Şîban ji Fadil Mecîd Osê (Ebû Riyan) dixwaze ku zarokê li gel xwe malê bihêle heyanî ku malbata wê pere bidin wan.

Temanê Wedha Selah saleke û di wextê were revandin dê Felûdî xwe li erebeya Selah bixe û wî mijûl bike. Abdulrezaq û Abdulheq berê xwe didin mala Selah, li deriyê mala wan dixin, hevjîna Selah derî ji wan re vedike û zaroka wê pê re ye, ew ji hevjîna Selah re dibêjin ew şîrê zarokan belav dikin û lênûsa malbatê jê dixwazin. Dema hevjîna Selah berê xwe dide odê ku ji wan re deftera malbatê bîne, ew destê xwe datînin ser devê wê û wê dixin odeyeke malê, li pey xwe jî nameyekê dihêlin û di nameyê de nivîsandina ku zarok revandine.

Şîban û Elai diçin pêşiya wan û zarokê ji wan digrin. Fadil ê her meh pere ji wan digre ji ber zarok li mala wî ye got:˝ Endamên gurûpê roja înê saet 11:00 zarokê tînin mala wî û pere didin wî. Şîban ji min re got çend wêneyên zaroka dema ku digrî bikşîne û Fadil lingê xwe datîne ser zikê zarokê û wêne dikşîne.

Li gorî Fadil agahî da zarok 6 mehan li mala wî dimîne. Rojekê Şîban telefonî wî dike û jê re dibêje di demeke kurt de em ê pere bigrin. Fadil anî ziman ku li gel wî Mihemed Nacî dizanîbû ku zarok li gel wî ye û Îsam jî yê ji kolanê rojekê berî Hêzên Asayîşê wî bigrin, bi buyerê dihsê.

Şîban anî ziman ku wan piştî Wedha revandin 35 hezar dolar amerîkî ji bavê Wedha xwestine û piştre li ser daxwaza Felûdî miqdara pere kirine 50 hezar dolar amerîkî. Her wiha her tim wêneyên zarokê yên bi êş ji bavê wê re rêkirine ji bo zû pere bide wan.

Mihemed Nacî jî di lêpirsîna xwe de anî ziman ku wî nizanîbû ji bo çi ew zarok hatiye revandin, tenê Fadil jê re gotiye ev ew zaroka Şîban behs kiriye. Îsam Abdulhemîd Ibrahîm jî got Fadil jê re gotiye ku ew zarokeke Şîban revandiye li mala wî dimîne û li beramberî wê mehane pere digre.

8-Li bajarê Qamişlo bi ser bankê de girtin tebaxa 2016

Li ser daxwaza Felûdî pîlansazî tê kirin ku li bajarê Qamişlo bi ser banka `Fikret` de bigrin. Abdulrezaq Elî û Abdulheq Dawûd hatibûn erkdar kirin ji bo pîlansaziyê pêkbînin, Xelîl Cedûi Cinêwî dê çavdêrî kiribane, Elai Silêman Cerbûi jî dê erebe peyde kiribane.

Şîban anî ziman ku despêke di pîlansaziya wan de revandin û dizîna bankê hebû û xwediyê bankê jî Fikret dostê Felûdî bû. Piştre Felûdî telefonî Şîban dike û jê re dibêje ku pîlansaziyeke hesantir heye ew jî revandina Fikrete û dest danîne ser malên wî.

Di berdewamiya gotinên Şîban ên lêpirsîne de wiha hatiye gotin:˝ Ez bi Mesûd Betal endamê Cebhet El-Nusra re axivîm. Min û Mesûd berî ku em tevlî Cebhet El-Nusra bibin em bi hev re di nava Ehrar El-Şam de bûn. Mesûd wê demê ji me re got bê kuştin pîlansaziya xwe ya diziyê pêkbînin lê bele Felûdî israr kir ku em Fikret bukjin. Endamên şaneyê cilên Hêzên Asayîşê yên Felûdî ji wan re aniye li ber xwe dikin û ji Fikret dixwazin bi wan re têkeve erebeyeke reş.

Abdulrezaq di lêpirsînê de anî ziman ku Şîban ji wî xwestiye ku bi Abdulheq re bankê bidizin. Her wiha ji wan re gotiye ku li gel Fikret pere, çek û telefon heye û piştî wî digrin û dixin erebeyê de bila wî bibin goristana Xiristiyanan a di navbera taxa Kornîş û taxa Siyahî.

Şîban got ku Abdulrezaq jê re pêşniyar kiriye ku guleyekê li çoka Fikret bidin heyanî mehekê nikarbe vegerê karê xwe. Lê bele pîlansaziya wan pêknayê ji ber Hêzên Asayîşê wan digrin.

Li gorî lêpirsînên Hêzên Asayîşê 11`ê kanûna 2016`an hêzên taybet ên Asayîşê (HAT) dema ku diçin mala Felûdî Iskender Ibrahîm da ku wî bigrin, ew guleyan li hêzên HAT`ê direşîne û şer derdikeve. Di wî şerî de Felûdî tê kuştin û endamê HAT`ê Cûdî Ismaîl jî şehîd dibe. Li mala Felûdî jî çek û madeyên teqemeniyê têne dîtin. Çeteyê bi navê Mihemed Xêr Ebdo Xelîf jî di wextê Hêzên Asayîşê wî digrin dilê wî disekine û dimrê.

(jh)

ANHA