QAMIŞLO
Komên çandî yên taybet bo zarokan yên girêdayî Navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê beşdarî 4'emîn Mihrîcana Hunera Zarokan a Herêma Cizîrê ku di 1'ê meha Îlonê de hate lidarxistin, bibûn.
Bi armanca xelatkirina komên beşdarî mîhrecanê bibûn, Navenda Aram Tîgran a Çand û Huner şahiyek li hola navendê li dar xist. Bi dehan şênî û endamên koman beşdarî şahiyê bûn.
Di şahiyê de komên Şehîd Serhed, Şehîd Yekta, Berfa Çiya û Kulîlkên Stranê stranên gelêrî ji çanda Erebî pêşkeş kirin.
Şahî bi xelatkirina endamên komên ku beşdarî 4'emîn Mihrîcana Hunera Zarokan bûne bi dawî bû.
(şx)
ANHA