HESEKÊ

Desteya Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê bi merasîmekê navenda çand û hunerê li bajaroka Zerganê vekir.

Bi dehan şêniyên Zirganê, şandeyek ji Tevgera Çand û Hunerê ya kantona Hesekê, nûnerên Desteya Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê beşdarî merasîma vekirina navendê bûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Paşê yek ji rêveberên Desteya Çand û Huner a herêma Cizîrê Nûra El-Wega axivî û diyar kir ku li ser daxwaza rewşenbîr û zarokên herêmê ev navenda hate vekirin.

Nûra di berdewama axaftina xwe de got ku wê navend alîkariya zarokan bike da ku xwe di aliyê çandî de pêş bixin.

Paşê koma Şehîd Yekta şanoyek pêşkêş kir.

Her wiha koma Şehîd Welat û Koma Şehîd Zîlan a navçeya Dirbêsiyê stranên şoreşgerî gotin.

Şahî bi gerandina xelekên dîlanan bi dawî bû.

ANHA