SELWA ABDULLREHAM - ŞÎLAN MIHEMED / MINBIC

Di salên derbasbûyî de, pêkhateyên Minbicê ji ber sîstemên desthilatdar rastî pişaftinê hatin. Ev pişaftin gihîşt astekê ku gelek netewe li ser çand û hunera xwe tiştekî nezanin.

Lê piştî rizgarkirina herêma Minbicê ji aliyê Meclisa Leşkerî ya Minbicê û QSD`ê ve, êdî hemû pêkhateyên Minbicê gihîştin azadiya xwe û bi rengekî demokratîk dikarin çanda xwe ji nû ve vejînin. Di vê çarçoveyê de, bi armanca vejandina çandên pêkhateyên Minbicê yên Ereb, Kurd, Tirkmen û Çerkez, Navenda Çand û Hunerê ya Mibicê 20`ê Tebaxa sala 2017`an hate vekirin.

Di navendê de, her pêkhateyekê komeke xwe taybet û bi navên taybet ên wê pêkhateyê ava kirin. Koma Hezkirin û Hêviyê ya pêkhateya Kurd ji 8 endaman pêk tê, Koma Pêşerojê û Şehîd Botan a pêkhateya Tirkmen ji 5 endaman pêk tê, Koma Siqûr Minbic a pêkhateya Ereb ji 15 endaman pêk tê; ji wan 8 jin in û Koma Çerkezî ya pêkhateya Çerkes ji 6 endaman pêk tê; 3 ji wan jin in.

Her komek di hefteyê de 4 rojan perwerdeya xwe di navendê de dibîne. Ji ber piraniya endamên koman xwendekar in û saetên nava rojê diçin dibistanê, perwerdeya xwe bi şev dibînin.

Perwerde ji aliyê kesên pispor ên girêdayî navendê ve têne dayîn. Di dewreyan de, waneyên li ser dîrok û çanda her pêkhateyekê, her wiha dîlan, stran û cilên folklorîk  tên dayîn.

Hevseroka Navenda Çand û Hunerê ya Minbicê Wedha El-Casim têkildarî mijarê axivî û got di koman de kesên temenbiçûk û yên mezin hene û dîlan û stranên taybet ên her pêkhateyekê di dewreyên perwerdê de têne dayîn.

Koordînasyonê Têkiliyên Çandî ya Navenda Çand û Hunerê Casim Tirmiş ku ji pêkhateya Tirkmen e, da zanîn ev gava navenda çandê derfet dide her pêkhateyekê ku jinûve çanda xwe vejîn bikin û wiha dewam kir: “Em perwerdeyên ji bo zindîkirina çanda her pêkhateyekê li bajarê Minbicê bi rêya vekirina dewreyan, dewam dikin. Bi vê yekê, wê her pêkhateyk çanda xwe ya dayikê fêr bibe.”

(kc)

ANHA