TIRKÎ EL-KALIT - EHMED EL-KIMYAN / GIRÊ SPÎ

Nexweşxaneya Şehîd Umer Elûş di 26’ê Çileyê de li navçeya Eyn Îsa ya girêdayî kantona Girê Spî hate vekirin. Nexweşane xebatên dermankirinê bê pere ji şêniyên navçe, gundewar û koçberên kampa Eyn Îsa re pêşkêş dike.

Nexweşxane ji beşên destwerdana lezgîn, jin, zarok, niştergerî, laboratuar, hundirîn û dermanxaneyê pêk tê. Her wiha li gel nexweşxaneyê ambulansek heye da ku haletên dijwar veguhêze Nexweşxaneya Girê Spî.

Kadroyeke tenduristiyê ya ji 3 bijîşkên beşa giştî û 7 hemşîr û hemşîreyan, xizmetê dike.

Hejmara haletên ku nexweşxaneyê heya roja înê (8`ê Şibatê) pêşwazî kirine gihaşt 370 haletan, bi rêjeya rojê 30 halet, di nav de 140 zarok, zayînek û her wiha 3 haletên krîtîk ji Nexweşxaneya Girê Spî re hatin veguhestin.

Rayedarê nexweşxaneyê Mihemed El-Ebid diyar kir ku rêveberiya nexweşxaneyê ji bo dermankirina haletên destwerdanan lezgîn mîna qezayên trafîkê, hewl dide amadekariyên vekirina du beşên nû yên radyograf û binkeya xwînê temam bike.

Mihemed El-Ebid bang li rêxistinên têkildarî warên tenduristiyê kir ku rolek di temamkirina amadekariyên hindek beşên pêwîst de bilîzin, da ku miqdara herî mezin ji xebatên tenduristiyê ji şêniyan re pêşkêş bikin.

Nexweşxaneya Şehîd Umer Elûş ku Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser çavdêrî û desteka wê dike, nexweşxaneya tekane li navçeyê tê hesibandin. Vebûna nexweşxaneyê barê şêniyan di qutkirina 50 km’yan de heya bigihîjin nexweşxaneya bajarê Reqayê yan jî Girê Spî sivik kir.

(şx/bm)

ANHA