HELEB

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê beriya 18 rojan bi tevlêbûna 10 tîmên futbolê turoveyeke bi navê "Şehîdên Berxwedana Helebê" organîze kiribû.

Maça dawî ya turnoveyê di navbera tîmên Nisûr Efrînê A û Nesûr Efrîn B de hate lîstin. Maç li stada Şiqêf hate lîstin û bi serketina tîma Efrîn B bi 11 nuqteyan li bermaberî 6 nuqeteyan ji bo tîma Efrîn A bi dawî bû,

Piştî lîstikê merasîmê xelatkirinê hate lidarxistin. Bi navê Meclisa Mablatên Şehîdan Hoşeng Şêxo, Desteya Ciwan û Werzîşê Ebdulrehman Mihemed û bi navê Tevgera Ciwanên Şoreşger Tolhildan Efrîn axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de turonve li lîstikvanan hate pîrozkirin û serkeftin ji wan re hate xwestin.

Di dawiyê de hevjînên şehîdan û endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê kopaya turnoveyê pêşkêşî lîstikvanên tîma Efrîn B kirin.

ANHA