NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) ê li Iraqê (UNAMI) Jan Kubîs têkildarî hilbijartinên 12'ê Gulanê yên Parlamentoya Iraqê daxuyaniyekî nivîskî weşnad.

Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) ê li Iraqê (UNAMI) Jan Kubîs bang li Komîsyona Bilind a Hiblijartinên Iraqê dike ku demildest dest bi lêkolînkirina hemû giliyên li ser hilbijartinên hatine kirin bike.

Jan Kubîs di daxuyaniya xwe de ragihand ku divê komîsyon dengên hinek navendan bi taybet ên li Kerkûkê bi dest bihejmêre. Kubîs eşerek kir ku ji bo ti guman nemînin û baweriya hemû aliyan bi encam bên weke Neteweyên Yekbûyî amadene her curê alîkariyê pêşkêş bike û wiha tê gotin; "Pêwîste hemû aliyên siyasî ji bo parastina ewlehiyê û pabendbûn bi çareserkirina her pirsgirêkekî peywendî bi hilbijartinê ve heye, bi riyên yasayî gilî bikin.

Piştî ku hilbijartinên Parlamentoya Iraqê bi dawî bû, gelek alî ji encaman nerazîbûn. Bi taybet li Herêma Kurdistanê gelek partî û hizib nerazîbûnên xwe anîn ziman. Li ser vê mijarê herî dawî îro 81 parlamenterên Parlamentoya Iraqê ku ji fraksiyonên cûda pêktên, daxwaznameyek radestî Serokatiya Parlamentoyê kirin.

Di daxwaznameyê de daxwaz hat kirin ku bi awayek lezgin rûniştinek ya parlamentoyê ji bo encamên hilbijartinê were lidarxistin.

Encamên hilbijartinên parlamentoya Iraqê yên 12’ê Gulanê, bûye sedemê nerazîbûnên gelek aliyên siyasî. Aliyên siyasî diyardikin ku di encamên hilbijartinê de ‘sextekarî’ hatiye kirin.