NAVENDA NÛÇEYAN

Lêkolîner û dîroknasê Iraqê Dr. Cewad Kazim El-Beydanî ku master di dîroka siyasî ya Kurdistana de wergirtiye, komploya navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxandin.

Dr. El-Beydanî destnîşan kir ku Abdullah Ocalan ne tenê ji bo kurdan dixebite, lê mîna kesayeta Nelson Mandêla, She Givara û Hoşimîn û fermandarên din ku mohra xwe li dîrokê dane ji bo mirovahiyê têkoşînê dike.

El-Beydanî diyar kir ku komploya ku bi tîfaqeke navdewletî pêk hat, gelek pirsan derdixîne pêş û wiha got: "Sedema mudaxeleya Îsraîlê çi ye, çima dewletên Ewropî ku îdiaya parastina mafê mirovan û wekhefiyê dikin pêşwaziya wî nekirin?

Der barê komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah  Ocalaln de Dr. Cewad Kazim wiha anî  ziman; "Nêrîna Îsraîlê li gorî nêrîna rizgariyê ya ku Abdullah Ocalan pêşniyar kiriye derneket, îsraîl roleke mezin di vê komployê de list, di mijara girtina Ocalan de gelek pirs der barê têkiliyên Tirkiyeyê û Îsraîlê de derdikevin pêş."

Lêkolîner û dîroknasê Iraqî pirsa gelo rola îstixbarata Tirkiyeyê de bûyerên li Tirkiyeyê rû didin heye ya ne û wiha domand:"Wekî tê zanîn, pirtûkeke nû bi navê "Sirên Mosadê" derket ku nivîskarê wê Jordan Tomas ye. Jordan Tomas di pirtûka xwe de pişperdeyên girtina Ocalan aşkera dike, çawa serokê Tirkiyeyê bi Netenyaho re axiviye û wî ji bo girtinê sor dike. Her wiha Netenyaho çalakiya girtinê bi hevkariya rêveberê îstîxbarata Îsraîlê bi rêvedibe, wekî din jî qala çawa Îsraîl li Rojhilata Navîn û Ewropa, Mexrib, Tûnis li pey Ocalan ketî û li Kînyayê ew girtin, dike."

Dr. El-Beydanî tekez dike ku girtina Ocalan ji aliyê îstîxbarata Îsraîlê be hate plankirin û got: "Rexmî ku Îsraîl vê yekê red dike, lê belge diyar dikin ku Îsraîl roleke mezin di vê komployê de list, ne ji Îsraîl baye îstîxbarata Tirkiyeyê nedikarî vê yekê bike, ji ber ku gelek caran hewl da têkoşer Ocalan bigire lê bi ser neket."

Dr. El-Beydanî bal kişand li ser helwesta dewletên Ewropayê ku Ocalan li gel xwe pêşwazî nekir û ev tişt anî ziman:"Dewletên Ewropayê qaşo banga azadî û wekheviyê û her mirovek bi netew û baweriya xwe jiyan bike dikin, rastiya wan derketin holê dema ku Ocalan li gel xwe pêşwazî nekirin."

Lêkolîner û dîroknasê Iraqî Dr. Cewad Kazim El-Beydanî di dawiya axaftina xwe de ev tişt got: "Dewletên Ewropî heman siyasta Amerîkayê ya parçekirina Rojhilata Navîn dimeşînin, da ku xêr û bêra wê bibin, her wiha sîstemên mêtînger li herêmê zindî bikin."

(bb)

ANHA