ÎSAM EBDULLAH - NEJBÎR OSMAN / QAMIŞLO

Endamên Meclisa Êl û Rûspiyên Herêma Cizîrê têkildarî tecrîda giran ku dewleta Tirk li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ferz kiriye, ji ajansa me re axivîn.

Serokê Meclisa Êl û Rûspiyên Herêma Cizîrê Hewas Cidêî bi navê meclisê binpêkirinên dagirkeriya Tirk di nav bêdengiya navdewletî û herêmî de li hemberî tecrîdê şermezar kirin. Cidêi wiha got: "Armanca girankirina tecrîdê ne şexsê Ocalan e, lê belê armanc dûrxistina gelê Kurd û gelên herêmê yên azadîxwaz ji fikr û felsefeya Ocalan e. Guhertinên ku li Rojhilata Navîn rû didin, encamên perspektîfên Ocalan in ku banga azadiya gelan ji pergalên faşîzmê dike. Li ser vê bingehê dewleta Tirk tecrîdeke giran li Ocalan ferz dike, da ku fikr û felsefeya neteweya demokratîk tune bike."

Her wiha Cidêi bang li Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku bi lez mudaxele bikin û tecrîdê bi dawî bikin. Ji ber ku Ocalan lîderekî siyasî ye û ji bo gelên bindest tê dikoşe.

Di dawiyê de Cidêi êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakurê Sûriyeyê şermezar kirin û diyar kir ku ev berdewama tecrîdê ye.

Têkildarî heman mijarê endamê Komîteya Mafên Mirovan ê Meclisa Êlan Ibrahîm El-Şelebî axivî û wiha got: "Armanca hikumeta AKP'ê ji ferzkirina tecrîdê, têkbirina Şoreşa Rojava ye ku fikr û felsefeya Ocalan ji projeya xwe di aştî, biratiya gelan, jiyana hevbaş û neteweya demokratîk de bingeh digire."

El-Şilbî destnîşan kir ku partiya AKP'ê ji fikrên Ocalan û gelên bindest ku projeya neteweya demokratîk ji xwe bingeh digire, ditirse û wiha got: "Ji lew re tecrîdê li Abdullah Ocalan girantir dike."

Di berdewama gotinên xwe de El-Şiblî wiha got: "Ocalan ne tenê nûnertiya gelê Kurd dike lê belê nûnertiya hemû gelên azadîxwaz dike. Ji ber ku hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji fikra neteweya demokratîk destûrek ku wekhevî û edaletê di navbera hemû pêkhate, gel û mezhaban de pêk tine, ava kir."

(şx)

ANHA