SILAVA EBDULREHMAN / QAMIŞLO

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 15'ê Sibata 1999'an de di encama komployeke navdewletî de hate girtin û radestî dewleta tirk hate kirin. Dewleta tirk bi serkêşiya AKP'ê û serokê wê Erdogan ji beriya du salan ve tecrîdeke girankirî di girava Îmraliyê de li ser Ocalan ferz kiriye û destûr nade malbatê û parêzeran ku wî bibînin.

Der barê mijarê de, hejmarek ji jinên bajarokê Girbawî yê kantona Qamişlo nêrînên xwe ji ajansa me re parve kirin û got ku hêzên komploger dikarîbûn Ocalan dîl bigirin lê fikrên wî azad in.

Bediriya Mihemed Ewed anî ziman ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd sûcek e û cihê şermezariyê ye û got ku divê hikumeta AKP'ê dev ji van polîtîkeyên xwe berde.

Bediriyê di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku gelên Bakurê Sûriyeyê û Rojava li dijî komployê ne û wiha got: "Dewleta tirk dikaribû Ocalan dîl bigire, lê fikrên wî azad in, mînaka herî bebiçav, sîstema ku li erdê hatiye bicihkirin berhema felsefeya Ocalan e."

Ji aliyê xwe ve jina bi navê Mizgîn Mehmûd got ku dewleta tirk bi ferzkirina tecrîdê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, zagonên navneteweyî binpê dike û ev tişt anî ziman: "Dewleta tirk bi vê tecrîdê dixwaze gel ji fikrê azad ê Ocalan dûr bîxe û îradeya jina azad têk bişikîne." Mizgîn Mehmûd tekez kir ku ew ji bo azadiya Ocalan dê çalakiyên xwe bidomînin.

Fatma Hesen bi bîr xist ku ev 2 sal e tecrîdeke giran li ser Ocalan hatiye ferzkirin û wiha domand: "Em vê tecrîdê qebûl nakin, Ocalan ji bo azadiya jinan têkoşîneke mezin daye meşandin, rêya azadiyê nîşanî me kiriye, lê di dinyayê de tu hêzê yan jî sîstemê ev yek nekiriye."

Fatma bêdengiya navneteweyî ya li hemberî binpêkirinên dewleta tirk rexne kir û wiha got: Dewletên ku qaşo banga demokrasiyê dikin, îspat kir ku ew berjewendiyên xwe diparêzin û mafên gelên bindest ne di xema wan de ne."

Di dawiya axaftina xwe de Fatma diyar kir ku ew heta rakirina tecrîdê û azadkirina Ocalan dê çalakiyên xwe bidomînin.

(şx/ew)

ANHA