QAMIŞLO

Daxuyanî li ber avahiya Yekitiya Oldarên Misliman a herêma Cizîrê ya li bajarê Qamişlo ji aliyê serokê yekitiyê Mele Mihemed Xerzanî ve hate xwendin.

Xerzanî got: "Duh saet di 18:10‘an de dema nimêja eşayê Serokê Komîteya Olî ya xeta rojhilatê bajarê Dêrazorê ya rizgarkirî dema derbasî mizgeftê dibû ku nimêjê bike ji aliyê kesên rûgirtî ve hat hedefgirtin.

Em ji wan kesên sûcdar re dibêjin: Bi çi gunehî ev îmamê baqij ê xêrxwaz tê hedefgirtin. Wekî ku hîn dixwazin bi van kiryarên xwe yên sûcdar dengê heq û aştiyê bisekinîn. Hûn alavên ku daxwazên ejnîdeyên dewletên derve û komên herêmî yên derve yên kuştin û wêran bi ser gelê Sûriyê de anîn , pêk tînin.

Em şîfa lezgîn ji Şêx Besam re dixwazin û binkeftinê ji şerxwaz û alavên wê re dixwazin.

ANHA