Kurd di navbera komkujiyên Osmaniyan û metirsiyên hişmendiya Erdogan de

LEZGÎN ÎBRAHÎM / NAVENDA NÛÇEYAN

Osmaniyan li dijî gelên bindest gelek komkujî pêk anîn ku mezintirîn komkujiyên di dîroka mirovahiyê de ne, mîna komkujiyên ku li dijî Ermeniyan, Komkujiya Sêfo û komkujiyên li dijî gelê Kurd. Di vê dosyayê de em ê behsa komkujiyên Osmaniyan û Tirkan ên li dijî gelê Kurd ên li her çar parçeyên Kurdisanê bikin.

Destpêkê em ê dîroka şoreş û serhildanên Kurdan li dijî Osmanian bidin nîşandan û bê ka çawa Osmaniyan bi komkujiyan bersiva van komkujiyan daye:

- Serhildana Evdal Xanê Bedlîsî li dijî sultanê Osmanî Muradê yekemîn, sala 1574`an.

- Serhildana êlên Cîhan Beg li Meletiyê, sala 1765`an.

- Serhildana êlên Reşkotan û Xerzan bi serokatiya Ferho Axa û Qasimê Xerzî di navbera Amed û Sêrtê de, sala 1789`an.

- Serhildana êlên Zerkan û Tîrkan li Amedê, sala 1794`an.

- Serhildana Ebdilrehman Baban li Silêmaniyê, sala 1806`an.

- Serhildana Ehmed Paşa Baban li Silêmaniyê, sala 1811`an.

- Serhildana Sêwazê li dijî dewleta Osmanî, sala 1819`an.

- Serhildana Mîr Mihemed Paşa Rewanduzî li Soran, sala 1834`an.

- Serhildana Şengalê ya Kurdên Êzidî, sala 1843`yan.

- Serhildana Mîr Bedirxan li Botanê, di sala 1846`an de, ew mîrê dawîn ê mîrnişîniya Botanê bû.

- Serhildana Êzdîn Şêr li Botan û Hekariyê, sala 1853`yan.

- Serhildana Şêx Ubeydullah Nehrî li Şemzînan û Botanê, sala 1870-1882’yan.

- Serhildana Hisên Bedirxan li Botanê, sala 1879`an.

- Serhildana Celaliyan li Araratê, sala 1905`an.

- Serhildana êlên Mûsilê sala 1907`an ku gihîşte Mûş û Erziromê.

- Serhildana Şêx Ebdilselamê Barzanî li Mûsilê, sala 1912`an. Şêx Ebdilselam û Ebdilrezaq Bedirxan ji bo alîkariyê ji Rûsan bigire çûbû Azerbeycanê, piştî vegerê di sala 1912`an de hate bidarvekirin.

- Serhildana Koçgirî bi serokatiya Elîşan Beg li dijî Peymana Lozanê, sala 1923`yan.

- Serhildana Şêx Seîdê Pîran li herêmên Erzirom, Çewlik û Amedê, sala 1925-1928’an.

- Serhildana Araratê bi serokatiya general Îhsan Nûrî Paşa û Ferzende û Heso Têlî û zarokên Hisên Paşa serokê êla Hesenan a Serhedê, sala 1929-1931`an.

- Serhildana çiyayên Sason û Melato bi serokatiya Ebdilrehman ji êla Elî Yûnis, sala 1932`yan.

- Serhildana Dêrsimê bi serokatiya Seyid Riza, sala 1937-1938`an.

- Serhildana Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li bakurê Kurdistanê, heta niha jî berdewam e, sala 1984`an.

Di pêvajoya van serhildan û şoreşan de Osmaniyan û neviyên wan ên Tirk li dijî Kurdan gelek komkujî pêk anîn. Di encamê de bi sed hezaran kes hatin kuştin, bi hezaran gund hatin şewitandin û bi milyonan Kurd ji warên wan hatin koçberkirin.

Komkujiyên Tirkiyê li dijî gelê Kurd

Li kêleka qirkirinên li dijî gelê Kurd, Tirkiyê her wiha qirkirinên çandî jî pêk anîn. Di sala 1927`an de Meclisa Tirkiyê zagona tirkkirina hemû welatiyên li Tirkiyê dijîn û hemû pêkhateyên nîjadî û olî, saz kir. Hin bajarên Kurdistanê li dijî biryara meclisa Tirkiyê serî hilda, Tirkiyê jî li hin bajarên mîna Dêrsim û Zîlanê komkujî pêk anîn.

Komkujiya Zîlanê

Komkujî ji aliyê dewleta Tirk ve di sala 1930`an de li dijî Kurdên li bakurê Kurdistanê pêk hat. Beriya ku tevgera sêyemîn a Serhildana Agiriyê dest pê bike, gelê Kurd ji ber hovîtî û zilma artêşa Tirk reviya geliyê Zîlanê li herêma Argîş a Wanê. Tirkiyê wê demê gund dişewitandin û welatî bi hovîtî dikuştin. Li gorî daneyên fermî di vê komkujiyê de 47 hezar Kurd hatin kuştin.

Komkujiya Dêrsimê

Komkujiya Dêrsimê di navbera salên 1937-1939`an de li herêma Dêrsimê pêk hat. Bajar bi tevahî hate wêrankirin û li şûna bajêr Tirkiyê bajerekî din bi navê Tuncelî ava kir. Sedema komkujiyê jî ew bû ku Seyid Riza li dijî zagona niştecihbûnê û veguheztina niştecihên herêmê yên ku Tirkiyê wê çaxê di çarçoveya tirkkirinê de pêk dianî, serî hilda. Serhildana wî piştî ya Şêx Seîdê Pîranê ya sala 1925`an, mezintirîn serhildana Kurdan bû li bakurê Kurdistanê. Di encama vê komkujiyê de bi hezaran elewî û Kurdên kirmanc (zaza) hatin kuştin û koçberkirin. Li gorî dîroknasan di komkujiyê de 14 hezar Kurd hatin kuştin.

Komkujiya Roboskê

Roja 28`ê Berfanbara sala 2011`an balafirên şer ên Tirkiyê ji balafirgeha Amedê ya leşkerî ber bi parêzgeha Şirnexê ve firîn. Van balafiran bi moşek û bombeyan êrîşî karwanekî sivîlan kir ku zarok jî di nav de bûn. Wan sivîlan ji bo debara jiyana xwe mazot ji başûrê Kurdistanê li herêma di navbera gundên Roboskê û Bêcohê de dibirin bakurê Kurdistanê. Di encamê de 36 sivîl hatin kuştin û komkujiyeke nû li dîroka dewleta Tirk a bixwîn zêde bû. Tevî ku xizmên qurbaniyan doz vekirin û xwestin kujer bêne cezakirin jî, lê hikûmetê mijar paşguh kir û lêpirsîneke tekûz nekir û xwest bi pereyan xwediyên qurbaniyan bê deng bikin. Lê xizmên qurbaniyan heta niha jî doza lêpirsînê û cezakirina kujeran dikin.

Serhildana 2015`an li Bakur û komkujiyên dewleta Tirk

Di çarçoveya êrîşên hikûmeta Erdogan û AKP`ê yên bi armanca têkbirina vîna Kurdan û têkbirina têkoşîna Kurdan de, rejîma Erdogan di sala 2015`an de komkujiyek li dijî sivîlên Kurd li bajarên Sûr, Farqîn, Bismil, Cizîr, Silopî, Hezex, Kerboran, Gimgim û Geverê pêk anî.

Erdogan wê çaxê dema ku daxwazên gel ên rewa bihîstin, dîn û har bû û wiha got: “Yan dê teslîm bibin an jî dê ew serî bêne birîn."

Piştî vê daxuyaniya Erdogan 338 sivîl di nav de 72 jin û zarok jî hebûn, li ser destê hêzên Tirkiyê hatin kuştin.

Li bajarê Cizîrê ku yek ji wan bajarên serhildanê bû, bi hezaran leşker û hêzên taybet û polîs ketin bajêr û bi sedan sivîlên ku li dijî faşizmê serî hildabû hatin şewitandin. Hevserokên Meclisa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç û Asya Yuksel jî wan kesan bûn.

Roja 5`ê Çileya 2015`an hevseroka Meclisa Gel Bakîze Nayir, endama rêveberiya Kongreya Jinên Azad Sêvê Demir û endama Kongreya Jinên Azad Fatma Oyar dema ku ji bo piştgiriyê çûne Silopiyê ji aliyê hêzên ewlekariya Tirkiyê ve hatin kuştin.

Komkujiya Şengalê bi destê DAIŞ`ê û hevkariya Tirkiyê

Qirkirina ku DAIŞ`ê li Şengalê bi hevkariya Tirkiyê li dijî Êzidiyan pêk anî, wek komkujî hate naskirin. Hêzên pêşmergeyan ji nişka ve ji Şengalê vekişiyan, DAIŞ`ê jî roja 3`yê Tebaxa 2014`an Şengal dagir kir û nêzî 5 hezar Êzidî kuştin û bi hezaran jin jî revandin, ên mayî jî koçî çiyayên Şengalê bûn û çend rojan hatin dorpêçkirin. Gelek ji wan ji tî û birçînan û nexweşiyê mirin, lê şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) korîdoreke mirovî vekir û bi hezaran Êzidî birin herêmên ewle.

Komkujiya Efrînê... Şengala duyemîn, tenê alên çeteyên Tirkiyê guherîn

Dagirkeriya Tirkiyê bi êrîşa li dijî Efrînê komkujiya Şengalê dubare kir, heman çeteyên ku Tirkiyê li dijî Şengalê bi kar anîn li Efrînê jî bi kar anîn, lê bi navên cuda. Gelek dîmen û wêneyên ku ji herêma Efrînê tên, nîşan didin ku li wir komkujî û guhertina demografîk li dijî Kurdan pêk anîn û mal û milkên xelkê talan kirin.

Neviyên Osmaniyan dewleta Tirk îro li Efrînê dîsa li dijî sivîlan komkujî pêk anîn. Balafirên şer û topên Tirkiyê li dijî sivîlan zêdetirî 10 komkujî pêk anîn. Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê di pêvajoya şerê Efrînê de 783`ê mêr û 207 jin li ser destê dewleta Tirk û çeteyên wê hatin kuştin. Her wiha piştî dagirkirinê jî 153 kes ji wan 36 jin û 45 zarok bi awayên cuda hatin kuştin, her wiha 623 kes hatine revandin û 55 bûyerên destdirêjiya li jinan li ser destê leşkerên Tirkiyê û çeteyên wan rû dan.

Piraniya van komkujiyan li dijî sivîlan, zarok û jinan pêk hatin, her wiha li gorî gelek dîmen û wêneyan ku li ser malperan belav bûn, li gundên dagirkirî gelek sivîl hatine kuştin.

Ev dîroka nû dide nîşandan ku di navbera dîroka Tirkan a kevn û nû de tu cudahî tune ne, hemû dîroka wan kuştin, talanî û komkujî ye. Heman kiryarên ku Osmaniyan li dijî gelan kirin, niha dewleta Tirk li ser destê Erdogan dike.

Dagirkeriya Tirkiyê li herêmên dagirkirî malbatên çeteyan bi cih kirin, ev nîşneyeke eşkere ye ku li dijî gelê Efrînê li ser destê artêşa Tirk komkujî dewam dike.

Hişmendiya Osmaniyan ya ku Erdogan pêk tîne li dijî herêmê metirsiyeke mezin e

Erdgogan li herêmên Rojhilata Navîn nakokiyên mezhebî û etnîk geş dike, ew siyasetên Osmaniyan dewam dike, hewl dide li herêmê guherînên demografîk pêk bîne, welatiyên herêmê bi darê zorê ji cihên wan dûr dixe û li şûna wan Tirkmen û Tirkan bi cih dike.

Her wiha gelên herêmê li gorî berjewendiyên xwe bi kar tîne, di mêjiyê misilmanên sunnî de mijara vegera xîlafeta Osmaniyan nû dike. Bi van hincetan destwerdana dewletên cîran dike, her wiha li bakurê Kurdistanê û li Rojava û Bakurê Sûriyê jî dîroka bixwîn a Osmaniyan nû dike.

Erdogan di gelek daxuyaniyên xwe de wiha dibêje: “Ev sînorên niha li ser me hatine ferzkirin, Lozan ji bo me ne serkeftinek bû. Tirkiye yan dê mezin bibe yan dê biçûktir bibe.” Erdogan dîsa behsa sînorên ku ji Helebê heta Mûsilê dirêj dibin, dike. Li gorî Erdogan pêwîst bû ku herêmên Rojava/Bakurê Sûriyê, başûrê Iraqê di nava nexşeya Tirkiyê de bin, jixwe li van herêman bi dehan komkujî pêk hatin û bi hezaran kes hatin kuştin.

Lewma hebûna AKP`ê li herêmê metirsiyeke mezin e, metirsiyeke mayînde ye li dijî Iraq, Sûriyê û tevahiyan Rojhilata Navîn. Her tim dê pevçûn û nakokiyan di navbera pêkhateyên herêmê de derxe û dê dîroka bixwîn a Osmaniyan ku Rojhilata Navîn bi sed salan şûnde hişt û xêr û bêrên welatan talan kirin û şaristanî tune kirin, dubare bike.

(k)

ANHA