QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo cenazeyê şervana YPJ'ê Razya Koça (Bêrîtan Nûda), Xewla Îbrahîm (Jiyan Qamişlo) yên di 11'ê Îlonê de li Tebqayê dema erka xwe pêk di anî şehîd bibûn, şervanên QSD'ê Mihemed El-Şêx Hesen (Cewad) û Îmad Ziyad (Demhat Qendîl) yên ku 10'ê Îlonê di pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibûn ji avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo wergirtin û bi kerwanekî erebeyan ber bi pakrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan ve bi rê ketin.

Kerwanê oxirkirina cenazeyan li goristanê ji aliyê sedan kesî ve di nava dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re hate pêşwazîkirin.

Li goristanê merasîmeke leşkerî ji aliyê şervanên YPG, YPJ û Hêzên Erka Xweparastinê ve dest pê kir.

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo Îbrahîm Îsam axivî û got: "Şehadeta van lehengan cihê serferaziyê ye ji bo me, ji bo malbatê û hemû aşiqên azadiyê, ji ber ku efsaneyên qehremaniyê nivisandin."

Bi navê YPJ'ê Zagros Qamişlo jî di merasîmê de axivî û ev ti ş tgot: "Dijminên me texmîn dikin bi heger hevalekî/e me şehîd bixin wê moralê bişkê, lê nizanin ku her şehadetek hêza me xurt dike. Xewna her çar hevalên me rizgarkirina Efrînê bû, li pêşberî cenazeyên wan em soz didin ku em ê heya dawî şerê çeteyan bikin, çawa me Reqa, Tebqa û Minbic rizgar kirin em soz didin ku em ê Efrîn jî ji dagirkeran rizgar bikin û xewna hevalên xwe bi cih bînin.

Piştî axaftinan, nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malatên wan hatin kirin.

Şervanan cenazeyên hevalên hilgirtin li ser milê xwe û bi dirûşmeyan spartin axê.

ANHA