NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî jî di nav de parlementerên HDP’ê xwestin li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya çalakiya KCD’ê Leyla Guven meş li dar bixin. Polîsan meşa HDP’iyan a ji Qada Taksîmê heta Qada Galatasarayê asteng kir.

HDP’yî tevî gefan meşiyan

Li bajarê Tirkiyê Stenbolê, parleneterên HDP’ê bi daxuyanî û çalakiya rûniştinê astengiya polîsan protesto kirin. Piştî çalakiya rûniştinê parlementerên HDP’ê ji Qada Taksîmê ber bi Qada Galatasarayê bi pankarta “Leyla Guven rûmeta me ye” û tîşortên wêneyê Guven li ser ên bi nivîsa “Bila tecrîd rabe û Leyla bijî” di Kolana Îstîklalê de meşiyan.

Druşmên ji bo Leyla Guven berz kirin

Parlementerên HDP’ê bi berzkirina drûşmên ‘Leyla Guven rûmeta me ye’, ‘Bijî berxwedana zîndana’ û ‘Jin, jiyan, azadî’ meşiyan. Hin welatiyan jî piştgirî da parlamenteran. Meşa parlamenteran li ber Qada Galatasarayê ji aliyê polîsan ve hat astengkirin.

Parlementerên HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglu yê bi sandalyeya tekerîk meşiya li Kolana Îstîklalê bertek nîşanî astengiya polîsan da û behsa çalakiya Leyla Guven kir.

‘Biçin silavê li wezîrê xwe bikin’

Di kêliya astengiyê de Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran axivî û wiha got: “Biçin silav li wezîrê xwe Suleyman Soylu bikin.”

Tîşort nedan

Polîsan xwest tîşortên wêneyê Leyla Guven li ser deseter bike. Lê parlamenteran bertek nîşan dan û tîşort nedan polîsan.

 Parlementer vê carê jî meşiyan Tarlabaşiyê

Piştî astengiya li ber Qada Galatasarayê, parlamenteran vê carê ketin Sûka Balikçilarê û ber bi avahiya Rêxistina HDP’a Stenbolê ya li Semta Tarlabaşiyê ye ve meşiyan. Wekîl bi berzkirina sloganan gihîştin avahiya HDP’ê û ji aliyê welatiyan ve bi çepikan hatin pêşwazîkirin.

Avahiya HDP’ê ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Polîsan meşa wekîlên HDP’ê asteng kir. Hevserokên HDP’ê axivîn. Hevserok Sezaî Temellî wiha bertek nîşanî astengiyê da: “Heke hûn dixwazin wêneyê tecrîda li Îmraliyê bibînin, ew wêne ev e.”  Hevserok Pervîn Buldan jî wiha bersiv da Suleyman Soylu: “Divê tu viya dizanibî bi astengkirina meşa wekîlan mirov nabe zilam.”