NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê derbarê mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku dîrok û xaknîgariya Efrîn û Kobanê bi kurdî ne û wiha hate gotin: " Erdogan jî wekî hemû desthildarên beriya xwe dê têk biçe. Siyaseta AKP li Tirkiyê û tevahî herêmê û Sûriyê ji hemû şopdaran re ne diyare. Rêberê partiyê Erdogan tiştî herî kêm li ser were gotin, dîktator e."

Di daxuyaniyê de her wiha hate destnîşankirin ku dîrok li Efrîn û Kobanê bi zimanê kurdî diaxive. Lewma xaknîgariya van herêmên ku Erdogan li ser terkîz dike, rastiya daxuyaniyên wî berûvajî dike."Ev herdû herêmên behsa mijarê ku Erdogan bi ser wan vet ê bi kurdî diaxivin. Wê bimîn in herêmên kurdî. Erdogan hewl dide rastiyên heyî bide guhertin. Lewma di vê demê de pêwîstî heye ku gelê kurd yekîtiya xwe ya li her çar parçeyên Kurdistanê bike yek. Divê bi lez Kongreya Netewî ya Kurdistanê were lidarxistin. Da ku pêşketinên siyasî pêk were."

(dc)

ANHA